Ebru Gunay: Tecrîd dibe sedema kuştin, komkujî û hilweşandinê

  • 09:08 17 Çile 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Parêzera Rêberê PKK'ê û parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay derbarê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin de nirxandin kir got ku bidawîkirina tecrîdê bi berxwedanê pêkan e.  
 
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û geşedanên derbarê tecrîdê yên salekê de nirxandin kir. Ebru, anî ziman ku di nav 20 salan de polîtîqayên şer zêde bûne û wiha got: “ Sedema van hilweşandin, komkujî û mirinên ku pêk tên girankirina tecrîdê ye.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê li girtîgehan di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven de hatiye destpêkirin di roja 71'emîn de berdewam dike. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku ji aliyê parêzerên wî ve di 27'ê Tîrmeha 2011'an de û ji 5'ê Nîsana 2015'an de ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve hatin kirin tenê di 11'ê Îlona 2016'an de û di 12'ê Çileya 2019'an de hatin qebûlkirin. Herdu serlêdanên hevdîtinê ji piştî ku grevên biçûnê hatin destpêkirin hatin kirin. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamentera HDP'ê ya Mêrdîn Ebru Gunay tecrîda mijara gotinê û greva birçîbûnê nirxand.
 
Ebru, di destpêka axaftina xwe de got ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi sala 2019’an re 20 sal li paş xwe ve hiştiye. Ebru, anî ziman ku tecrîda li Girava Îmraliyê pêk tê tecrîda herî demdirêj a li cîhanê ye û wiha got: “Ji sala 1999’an heta niha tecrîdek bênavber li ser Birêz Ocalan heye. Tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê sîtematîk e. Ev tecrîd ji yên din cuda ye. Bifikirin Birêz Ocalan li Îmraliyê bi salan bi tena xwe hat hiştin. Di sala 2005’an de girtiyên ji girtîgehên cuda   birin gel birêz Ocalan. Di sala 2015’an de carekedin ew girtî ji wir hatin derxistin û li şûna wan hin girtiyên din bi cih kirin. Di pergala Girtîgeha Girava Îmraliyê de hevdîtin bi sînor e û maf herî zêde li wê tên binpêkirin."
 
Ebrû diyar kir ku AKP'ê tecrîd ji bo xwe wekî polîtîkaya rêvbirinê hilbijartiye û ev tişt got: "Di encama Tecrîda sîtematîk a  20 salan îktîdara AKP’ê ji bo xwe pergaleke rêvebirinê ava kir. Bi vê pergala ku ava kir di serî de Îmralî rêvebir û piştre jî tevahiya welat bi van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bi salan rêve bir. Birêz Ocalan demeke dirêj li Girava Îmraliyê tenê hat hiştin. Dema ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevîdtîn dihat kirin tenê destûr didan kesekî/ê.  Îktîdara AKP’ê pergala  yek mêrî ji vir digire. Ji ber ku nedihîşt parêzer, malbat û heyet bi hev re biçin hevdîtinê pêk bînin.”
 
’Di pêvajoya 20 salande şer gellek kur bû’
 
Ebru, di dirêjiya axaftina xwe de got ku bi qanûnên sala 2005’an re li Girava Îmraliyê cihazên qeydê hatine bicihkirin û piştre hevdtîtin li parêzeran qedexe kirin û vê qedexe heta 2016’an berdewam kiriye. Ebru, wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ev tişt bi tenê li girtîgeha Îmraliyê pêk dihat û kesekî li dijî van pêkanînan deng dernedixistin. Piştî 2016’an ev zext û zordarî li hemû girtîgehan belav bûn. Gel li hember vî tiştî nizanibû ku çi bike.  Lê  tiştê ku li Girava Îmraliyê pêk hat îro li hemû girtîgehan jî pêk tê. Li Girava Îmraliyê tecrîda fîzîkî ya ku pêk hat encamên wê yên siyasî û polîtîk jî hene. ji encamên siyasî û polîtîk yek jî kûrkirina şer û belavbûna komkujiyan e. Dema mirov wan 20 salan digire berçavan dibîne ku di paşerojê de şer hatiye kurkirin, komkujî hatine jiyîn û tecrîd hatiye kûrkirin. Tecrîd û şer yek in. YanÎ ew herdu bi hev ve girêdayî ne. Tecrîda Îmraliyê vegeriya tecrîda teqez û  tecrîda teqez bû komkujî û hilweşandin paşve vegerand. Qedexeyên derketinêna derve ên li Sur, Nisebîn, Cizîr û Kerboranê ku hatin jiyîn em nikarin ji tecrîdê cudatir binirxînin. Vê ne bi tenê li Tirkiyeyê, her wiha li Rojhilata Navîn jî bandora xwe kir. Îro tişta ku pêk tê û tn jiyîn ji Îmraliyê derbas dibe û piştre li ser gel pêk tê.”
 
‘Pêdiviya me û ya gel bi parastinê heye’
 
Ebru, gotina Abdullah Ocalan a 'Divê şert û mercên tendûristî, parastin û azadiya min bên parastin ku ez pêvajoyeke azad a divê pêk bê bimeşînim' bi bîr xist û ev tişt got: "Me wekî gel di serî de ev daxwaz wekî yên kesane nirxandin. Lê îro di pêvajoya ku em tê re derbas dibin em  gellek baş fem dikin ku Brêz Ocalan ew şer ji bo gel xwestine. Îro pêdiviya me gel bi parastinê heye.”
 
‘Biçûk û mezinbûna çalakiyan tune ye’
 
Ebru, di dawiya axaftina xwe de got ku bi ketina sala 2019’an re li gellek girtîgehan grevên birçîbûnê di pêşengiya Leyla Guvend dest pê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Leyla Guven ev 71 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha îro bi giştî ji 250 girtiyan zêdetir li dijjî tecrîdê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger kirine. Ev grevên birçîbûnê ji ber tecrîd û polîtîqayên şer hatine destpêkirin. Ev grevên li girtîgehan hatinde destpêkirin gelek bi wate ne. Piştî darbeya 80’yan a 12'ê Îlonê li Zindana Amedê têkoşîneke mezin hat pêşandin. Ev grevên birçîbûnê yên ku hatine destpêkirin jî ecama wan çalakiyan e. Bi girankirina tecrîdê dê polîtîqayên şer berdewam bikin. Dema tecrîd berdewam bike dê ev welat demokrat nebe. Girankirina tecrîdê dê bibe sedema şer û komkujiyan. Li dijî tecrîdê jî û li dijî sekinandina şere jî,  di sala 2018’an d gellek tişt hatin kirin. Biçûk û mezinbûna çalakiyan tune ye. Gellek girîng e ku fikir bên jiyanîkirin. Grevên birçîbûnê wek pêlên deryayan mezin dibin û heta tecrîd bi dawî bibe jî wê berdewam bikin.”