Hevseroka Kantona Efrînê: Bi planek navneteweyî Efrîn hat dagirkirin

  • 09:06 17 Çile 2019
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - 20’ê Çile ji bo gelê Efrînê dîrokek bi xwîn e. Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û planên qirêj vegot.
 
Şîraz diyar kir ku di pêvajoya ku Rojhilata Navîn bûye navenda krîzê, navenda şer jî bûye Sûriye û her dewlet li gorî berjewendiyên xwe nêz bûne û ji her derê krîz hatiye kûrkirin. Şîrazê wiha got:"Efrîn bû qurbanê siyaseta tunekirin, komkujî û qirkirinê."
 
Şîrazê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji welatên ku herî zêde xwestin bibin xwedî gotin bêguman yek Rûsya bû. Rûsya û Amerîka di nav xwe de ketin hewldana parvekirina axê. Aliyê rojhilat û rojavayê Firatê kirin mijara bazarê. Her ku şer mezin bû hêzên qaşo ji bo çareseriyê hatibûn jî şer zêdetir kûr kirin. Rejîmê her tim xwest erdnîgarî û hebûna xwe biparêze. Xwest desthilatdariya xwe biparêze. Ji bo Guta li çareseriyê geriyan û bedela çareseriyê çibû, bêguman Efrîn bû. Xwestin çeteyên li Gutayê bikşînin aliyekê û ji bo vê jî Efrîn hilbijartin. Ji xwe dewleta Tirk tu car destkeftiyên gelê Kurd qebûl nekir.”
 
'Di encama tifaqê de Efrîn hat dagirkirin'
 
Şîrazê balkişand ser tifaqên hatine kirin û got di encama tifaqan de Efrîn hatiye dagirkirin û hat plankirin ku li Îdlîbê şer bê sekinandin û hemû çete li Efrînê bên bicihkirin û ev plan jî yek bi yek pêk hat. Şîrazê her wiha bi lêv kir ku dewleta Tirk jî kengî krîza navxweyî bijî êrîşê destkeftiyên Kurdan dikin û me di mînaka Efrînê de jî ev aşkera dît.
 
Bêdengiya navneteweyî her tişt nîşan da
 
Şîrazê wiha berdewam kir: “Bêdengiya navneteweyî hevkariya planê zelal nîşan da. Efrîn li ber çavê hemû kesî hat dagirkirin. Vê bêdengiyê nîşan da ku ev plan di navbera dewletan de pêk hatiye. Kesî negot li Efrînê mirov hene. Lê dema dor hat Îdlîbê her kes ket tevgerê gotin şer sûcê mirovahiyê ye lê em dipirsin kesên li Efrînê tên jiyîn ne mirov bûn. Bi yekbûna hemû dewletan re Efrîn hat dagirkirin.”