Şervîn Cûdî: Leyla Guven mînaka berxwedana jiyanê ye
- 09:02 17 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
LUBNAN - Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Lubnanê Şervîn Cûdî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de nirxandin kir û got:"Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya hemû gelan Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih were. Ew ji bo aştiya hemû gelan li berxwe dide."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leylayê ket roja 71'emîn. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Lubnanê Şervîn Cûdî axivî û got:"Tecrîda ku li dijî Birêz Ocalan tê kirin dijhiqûqî ye. Divê dewleta tirk daxwazên Leyla Guven bi cih bîne û tecrîda giran bi dawî bibe. Birêz Ocalan û Leyla Guven îradeya bi milyonan e."
'Rêber Apo ji bo azadiyê û mirovahiyê her têkoşiya'
Şervînê da zanîn ku divê îradeya gelan esas bê girtin û wiha got:"Rêber Apo ji bo azadiyê û mirovahiyê her têkoşiya. Ew tecrîda giran heq nake. Dewleta tirk a faşîst dixwaze bi vê tecrîdê îradeya gelan bişkîne. Lê gelê Kurd bi îradeyek azad û xurt li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe didomîne û ew ê tu carî têk neçe. Çawa ku bi lehengiya Sema, Bêrîtan û Zîlanan zihniyeta faşîzmê têk çû dê bi îradeya xurt û azad a Leyla Guven dîsa ev zihniyeta faşîst têk biçe. Dê îradeya azad û xurt a gelê Kurd bi ser bikeve."
'Leyla Guven mînaka berxwedana jiyanê ye'
Şervînê wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Di şexsê jina leheng Leyla Guven de dê hemû jinên Kurd têkoşîna xwe mezintir bikin û li dîjî zihniyeta faşîst û dagirker bi ser bikevin. Tenê bi hevdîtinek kurt ev têkoşîn ranabe divê Rêber Apo azad bibe. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya hemû gelan Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih were. Ew ji bo aştiya hemû gelan li berxwe dide. Tecrîda ku li dijî Birêz Ocalan tê kirin dijhiqûqî ye. Divê dewleta tirk daxwazên Leyla Guven bi cih bîne û tecrîda giran bi dawî bibe. Birêz Ocalan û Leyla Guven îradeya bi milyonan e."