Jinên Minbicê: Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker dê bidome
- 09:01 17 Çile 2019
- Rojane
MINBIC - Jinên Rewşenbîr ên li Minbicê derbarê gefên Tirkiyeyê de nirxandin kirin û gotin:"Dewleta tirk a ku her dem sîvîl û xweza qir kiriye bi gefên xwe dixwaze qirkirinên nû pêk bîne. Lê em destûrê nedin vê yekê. Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker dê bidome."
Jinên Rewşenbîr ên li Minbicê derbarê gefên Tirkiyeyê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo aştî, azadî, demokrasî û wekheviya cîhanê divê hemû cîhan bibe yek û li dijî zilm û zordestiyê derkeve. Li dijî gefên dewleta tirk divê hemû cîhan dengê xwe bilind bike. Divê cîhan nebe hevkarê sîstemên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin."
'Gelên li Minbicê dijîn li dijî gef û êrîşan her hişyar in'
Cîgira Hevseroka Komîteyaq Çand û Hunerê Roza Ishaq wiha got:"Dewleta tirk dixwaze qirkirinên nû bike û nasnameya gelan hedef digire. Lê gelên li Minbicê dijîn li dijî gef û êrîşan her hişyar in. Ev gefên ku tenê berjewendiyên şexsî diparêzin dê vala derkevin. Bi hêz û îradeya gelan dê dewleta tirk nikaribe êrîş bike. Axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan dê dîsa ji aliyê gelên li Minbicê bê parastin."
'Divê hemû bibin yek û li dijî faşîzmê têbikoşin'
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê Eliya Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî gefan çongê danînin û wiha got:"Wekhevî û aramiya gelan di esasê xwe de ji aliyê Tirkiyeyê ve hedef tê girtin. Me mînaka vê yekê li Efrînê dît. Li Efrînê bi hezaran mirova hatin qetilkirin, koçberkirin û xwezaya Efrînê hat qirkirin. Li dijî qirkirin û talankirinên nû gelê Minbicê dê bêdeng nemînin. Şerê taybet û derûnî yê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin bandora xwe li ser hemû gelên li Rojhilata Navîn dike. Loma divê hemû gelên li Rojhilata Navîn li dijî Tirkiyeyê derkeve. Divê hemû bibin yek û li dijî faşîzmê têbikoşin."
'Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker dê bidome'
Endama Yekîtiya Rewşenbîran a li Minbicê Tehanî Lezîz got:"Niha hemû gelên li Minbicê di nava aramiyê de dijîn. Dewleta tirk vê yekê tehemmul nake. Dewleta tirk a ku her dem sîvîl û xweza qir kiriye bi gefên xwe dixwaze qirkirinên nû pêk bîne. Lê em destûrê nedin vê yekê. Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker dê bidome. Ji bo aştî, azadî, demokrasî û wekheviya cîhanê divê hemû cîhan bibe yek û li dijî zilm û zordestiyê derkeve. Li dijî gefên dewleta tirk divê hemû cîhan dengê xwe bilind bike. Divê cîhan nebe hevkarê sîstemên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin."