ROJEVA 17'Ê ÇILEYÊ 2019'AN

  • 09:00 17 Çile 2019
  • Rojev
*Jinên Rewşenbîr ên li Minbicê derbarê gefên Tirkiyeyê de nirxandin kirin û gotin:"Dewleta tirk a ku her dem sîvîl û xweza qir kiriye bi gefên xwe dixwaze qirkirinên nû pêk bîne. Lê em destûrê nedin vê yekê. Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta dagirker dê bidome." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Lubnanê Şervîn Cûdî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de nirxandin kir û got:"Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya hemû gelan Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih were. Ew ji bo aştiya hemû gelan li berxwe dide." DÎMEN HEYE
 
Piştî ku dîroka hilbijartinên herêmî diyar bû û şûnde, lîstik û hîleyên îktîdarê jî ketin dewrê. Li Colemêrgê di hejmara hilbijêran de zêdebûn heye û her wiha li navçeya Çelê jî hejmara hilbijêrên çawîşên pîspor, hejmara hilbijêrên xwecihî derbas kir.  BI DÎMEN
 
*Endam û rêveberên jin ên sazî û meclîsên Til Temirê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de axivîn û gotin:"Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo û gefên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê îradeya jina azad û îradeya gelan hedef digire. Li dijî vê yekê em her têkoşîna xwe mezintir dikin."DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Rêberê PKK'ê û parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay derbarê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin de nirxandin kir got ku bidawîkirina tecrîdê bi berxwedanê pêkan e.  DÎMEN HEYE
 
*20’ê Çile ji bo gelê Efrînê dîrokek bi xwîn e. Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û planên qirêj vegot.
 
*Sekretera ÎHD’a Stenbolê Leman Yurtsever, diyar kir ku divê daxwazên Leyla Guven û girtiyan pêk bên û got ew wek rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan wê bikevin nava hewldanan û got zexta civakî pir girîng e.
DÎMEN HEYE
 
*Hat îdiakirin ku şaredariya Nisêbînê ya ku qeyûm lê hat tayînkirin û xizmeta ji bo gel jî rawestyaye di vê pêvajoyê de 6 trîlyon hatiye deyndarkirin û ji ber deyn jî îstîfayê li xebatkaran ferz dikin.
 
*Nivîskar Ayşe Duzkan ku bi pirtûka xwe ya nû ‘05 07’ derket pêşberî hezkiriyên xwe diyar kir ku tevgerên jin û karkera du dînamîkên ku dikarin Tirkiyeyê biguherînin.DÎMEN HEYE
 
*Deriyên îmraliyê li gorî pêvajoyê tê vekirin û girtin û li dijî vê bertek tên nîşandan, li girtîgehan sekna herî mezin tê nîşandan. Ji 2012’an heta niha carek din ji civak û rayagiştî re pêşengî kiriye. Ji 2012’an heta 2019’an de pêvajoya ku jinan jê re pêşengî kiriye neguheriye û çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin carek din rastiya tecrîd û girtîgehan tîne rû me.