'Îradeya jina azad tê hedefgirtin'
- 08:56 17 Çile 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Endam û rêveberên jin ên sazî û meclîsên Til Temirê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de axivîn û gotin:"Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo û gefên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê îradeya jina azad û îradeya gelan hedef digire. Li dijî vê yekê em her têkoşîna xwe mezintir dikin."
Endam û rêveberên jin ên sazî û meclîsên Til Temirê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de axivîn û gotin:"Ji bo gef û êrîşên dewleta tirk vala derkevin yekîtiya gelê Kurd xwedî taybetmendiyek mezin e."
'Em ê destûrê nedin qirkirinên nû'
Hevseroka Meclîsa Şaredariya Gel a Til Temirê Zeynep Eyo wiha got:"Rêber Apo kîlîta çareserî ya aloziya Rojahilata Navîn e. Loma divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe û azad bibe. Tecrîd û êrîşên li ser kurdan em ji hevdu nikarin cuda binirxînin. Bi êrîş û gefan qirkirina ku li Efrînê hat kirin dewleta tirk dixwaze dubare bike. Dewleta tirk bi kiryarên xwe rêxistin û yekîtiya gelan hedef digire. Li ser esasên felsefeya Rêber Apo em tev digerin û em ê destûrê nedin qirkirinên nû."
'Îradeya jina azad tê hedefgirtin'
Endama Rêveberiya Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Gel Hemdiye Husên wiha got:"Dewleta tirk bi salane ku gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê qetil dike. Di heman demê de îradeya jina azad hedef digire. Ji ber ku dizane bingeha civakek azad û serbixwe jin e. Divê em li dijî vê dijminatiya dewleta tirk her hişyar bin. Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo û gefên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê îradeya jina azad û îradeya gelan hedef digire. Li dijî vê yekê em her têkoşîna xwe mezintir dikin. Ji bo gef û êrîşên dewleta tirk vala derkevin yekîtiya gelê Kurd xwedî taybetmendiyek mezin e."