Li Til Marufê nexweşxane hat vekirin
- 15:28 16 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - DesteyaTenduristiyê ya bajarê Qamişloyê li Gundê Til Marufê nexweşxane vekir.
Îro li gundê Til Marufê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê a Kantona Qamişloyê, ji aliyê Desteya Tendirustiyê a bajarê Qamişloyê ve nexweşxane hat vekirin. Bi tevlîbûna Desteya Tendrustiyê a bajarê Qamişlo û Tirbespiyê, û gelê gundê Til Marûfê vekirin pêk hat.
Hevseroka Meclîsa Bajarê Tirbespiyê Sûad Melko axivî û got:"Ji bo aramî û bextewariya civakê tenduristî gelek girîng e. Ger tenduristiya mirovan ne baş be dê tu carî nikaribin bextewar bibin. Loma divê em hemû girîngiyê bidin tenduristiyê."
Piştre ji aliyê dayikên berxwedêran nexweşxane hat vekirin.