Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Bila Serap Mutlu demildest bê berdan
- 15:12 16 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê xwest ku endama wan Serap Mutlu serbest bê berdan û got:"Tifaka faşîst a AKP-MHP'ê dixwaza jinê di her qadê de lawaz bike. Em ê rê nedin faşîzma ku dixwaz têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinê têk bibe."
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Serap Mutlu ya ku bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" hat girtin daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên li dijî HDP'ê her ku diçe zêde dibin û hat gotin ku tifaqa AKP-MHP'ê ji hêza jinê ya rêxistinkirî ditirse.
'Em ê rê nedin faşîzma mêr-dewletê'
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Xwişka Mazlum Dogan ê ku têkoşîna xwe wekî mîrate hişt, bi awayekî bê hiqûqî hat girtin. Ji ber Serabê şala kesk, sor û zer hilgirt hat girtin. Em vê bêhiqûqiyê tu carî qebûl nakin. Tifaka faşîst a AKP-MHP'ê dixwaza jinê di her qadê de lawaz bike. Em ê rê nedin faşîzma ku dixwaze têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinê têk bibe.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser esasên wekheviyê ji bo jiyanek nû bê avakirin divê dawî li bêhiqûqî û niheqiyan bê.