Di doza Pasûrê de dadgehê ji bo muftî serlêdan sûc kir
- 14:48 16 Çile 2019
- Rojane
AMED - Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn ya Ame, di doza şewata li Pasûra Amedê ya li Kursa Kuranê ya Muftîtiyê ku di encamê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest da de derbarê muftiyê wê de mê yê navçeyê Selahatîn Ozçelîk de serlêdana sûc kir.
Daneşîna Doza derbarê şewata li Kursa Kuranê ya Muftîtiyê ku di sala 2015'an de li Pasûra Amedê pêk hat li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Piştî rapora ji aliyê mirovnê zana ve hat amadekirin di daneşîna yekm de ku hat kirin ji 6 bersûcan Ozcan Ceylan, Farûk Işik û Faruk Sancar ê mexdûr bi parêzerê xwe re li dozê amade bûn. Di daneşînê de makamê îddiayê ji bo ku rapora mirovê zana ya pêşkêşî dadgehê bike lêkolîn bike dem xwest.
Maxdur Faruk Sancar, diyar kir ku Kursa Kuranê ya ji aliyê gundiyan ve hat amdekirin dewerî Muftîtiyê kirin û got ku di rapora mirvoê zana de jî Selahatîn Ozçelîk yê wê de mê Miftuyê navçeyê bûn bi qusûr hatiye dîtin û xwest ku derbarê wî de serlêdana sûc bêkirin.
Dadgehê jî rapora mirvoê zana esas girt û derbarê Muftiyê wê demê yê navçeyê Selahatîn Ozçelîk de xwest ku ji ber "bûye sedema mirina kesan" derbarê wî de serlêdana sûc bê kirin û doz taloq kir.