Kongreya Star Navendeke xwe li Çiyayê Kizwanan vekir
- 13:29 16 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ - Di 14'emîn salvegera damezrandina Kongreya Star de, Kongra Star Navendeke xwe li Çiyayê Kizwanan vekir.
Kongra Star di nava 14 salan de bi hezaran jin ji zihniyeta baviksalarî rizgar kir û birêxistin kir.Kongra Star, Navendeke Kongra Star bi navê Ş.Viyan Cûdî li gundê Xera ê Çiyayê Kizwanan girêdayî Bajarê Til Temir a Kantona Hesekê,bi şahiyekê vekir. Bi dehan jin û mêr her wiha Malbata Ş.Viyan Cûdî jî amade bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir axivî û wiha got:" Kongra Star gavên girîng û dîrokî di aliyê rêxistinkirina jinan de ên Kurd,Ereb,Aşûrî û tevahî netewên din ên Bakur Rojhilatê Sûriyê dijî, avêt. Jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyê muhra xwe li dîrokê dan. Jinên Rojavayê Kurdistanê ji jinên cîhanê bûn jêdera îlham û îradeyê."
Endama Rêveberiya Navenda Kongra Star a Ş.Viyan Cûdî a Çiyayê Kizwanan Mehatî Mihemed jî vekirina Navneda li tevahî jinan pîroz kir û wiha dom kir:"Armanca me ji vekirina Navendê ew e ku tevahî jinan birêxistin bikin û ji zihniyeta baviksalarî rizgar bikin."
Her wiha xwişka Ş.Viyan Cûdî Şehnaz Xilo axivî. Şehnazê vekirina navendê li Berxwedêr Viyan û tevahî têkoşerên azadiyê pîroz kir û got:"Ez bi hêvî me ku ev navend bibe derman ji êş û azarên tevahî jinan re. Em ji bo siberoj û azadiya jinê her di nava tevgerê de bin."
Pitşî axaftinan şêranî li mêvanan hat belavkirin û govenda azadiyê hat gerandin.