'Perwerde riya rêxstinkirin û zanekirina civakê ye'

  • 13:21 16 Çile 2019
  • Rojane
Ferîde Zada
 
ŞEHBA - Jinên tevlî perwerdeya ku rêxistina Kongreya Star li dar dixe dibin, diyar kirin ku perwerde civakê ava dike, zane  û bi rêxstin dike.
 
Dewreyên perwerdeyan ên ku bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star li Şehbayê tê çêkirin didomin. Jinên li Ehraza Şehbayê yên ku beşdarî perwerdeyê dibin gotin:"Ji bo pêşketina jinan perwerde gelek girîng e. Ji bo avakirina civakek azad rola jinê ya di perwerdeyê de girîng e. Jinê bi rola xwe ya girîng rûpelek nû di dîrokê de nivîsandiye."
 
'Perwerde girîng e'
 
Endama Komiteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Naziliya Mihemed wiha got:"Perwerde girîng e. Armanca me ew e ku hemû jin di warê perwerdeyê de xwe pêş bixin. Dema jin xwe di warê perwerdeyê de pêş bixin dê baweriya wan jî zêde bibe û di nava civakê de xwedî rolek taybet û girîng be."
 
'Perwerde rêya azadî û ronahiyê ye'
 
Jina bi navê Finda Şêxo ya ku beşdarî dewreya perwerdeyê bû got:"Ev perwerde ji bo me gavek girîng a guhertinê ye. Bi rêya perwerdeyê kêmasiyên me jî kêm dibin. Perwerde rêya azadî û ronahiyê ye."
 
'Perwerde riya rêxstinkirin û zanekirina civakê ye'
 
Her wiha Nazliyê Yasîn a ku beşdarî dewreyên perwerdeyê dibe wiha got:"Perwerde jiyanek nû bi civakê dide naskirin. Ji bo pêşketina jinan perwerde gelek girîng e. Ji bo avakirina civakek azad rola jinê ya di perwerdeyê de girîng e. Jinê bi rola xwe ya girîng rûpelek nû di dîrokê de nivîsandiye. Perwerde riya rêxstinkirin û zanekirina civakê ye."