Hejmara hilbijêran nûfusa taxan derbas kir
- 13:19 16 Çile 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Li Kurdîstanê ji roja aşkerekirina dîroka hilbijartinên herêmî şûnde, lîstik û hîleyên hilbijartinê yên îkdtîdarê jî ketin dewrê. Li taxên girêdayî Colemêrgê hejmara hilbijêran nûfûsa taxan derbas kir.
Ji roja aşkerakirina dîroka hilbijartinên herêmî ku 31'ê Adarê hat diyarkirin û şûnde her roj nelirêtî, lîstik û hîleyên li dijî pîvanên hilbijartinê yên îktîdarê derdikevin holê. Li Colemêrgê di hejmara hilbijêran de zêdebûneke mezin heye. Li gorî lêkolînên HDP`ê li taxa girêdayî navçeya Çelê û li taxa Emîrşabanê nufûsa taxê li gel ku 2961 hejmara hilbijêran 3577 derbas kiriye. Li taxa medreseyê a girêdayî Colemêrgê yek din jî nûfusa taxê 3208 hejnara hilbijêran 2953 ye. Her wiha li taxa Bulakê jî nûfusa taxê 6350 lê hejmara hilbijêran kêm e û 6155 xuya dike.