Yekîtiya Jinên Sosyalîst: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

  • 13:09 16 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Almanyayê, Leyla Guven silav kir û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe.
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Almanyayê, der barê Leyla Guven de ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Leyla Guven dest bi têkoşîneke girîng kiriye û nûnertiya îradeya jinên berxwedêr  dike.
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berpirsyariya her kesî bi awayekî xurt piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha dewam kir: "Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê, raperîn û têkoşîna li dijî  AKP'ê mezin dike û rewatiya berxwedanê careke din nîşan dide.
 
Leyla Guven bi çalakiya xwe bû hêviya berxwedanê ji bo jinan û gelan. Em jin xwedî li pêngava çalakiya jina pêşeng a serdemê derdikevin û bang dikin ku vê çalakiyê li Almanyayê mezin bikin. Bi serdana Mehmet Ocalan a li Îmraliyê re berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven serketitina xwe ya destpêkê ya mezin afirandiye."
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê tavilê bê bidawîkirin.