Daneşîna doza Fîgen Yuksekdag hat destpêkirin
- 11:50 16 Çile 2019
- Hiqûq
ENQERE - Daneşîna Doza Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku gitî tê darizandin hat destpêkirin.
Daneşîna doza Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji 7 fezlekeyên kirine yek pêk tê û Fîgenê jê girtî tê darizandin li Dadgeha Sîncanê dest pêkir. Di daneşînê de Fîgen û parêzerên xwe jî amade bûn. Daneşîn ji aliyê Hevserokên DHP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ve, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, gelek siyasetmedarên din û rojnamegeran ve jî tê şopandin.
Daneşîna ku bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin bi parastina Fîgenê berdewam kir.
Daneşîn didome.