Malbata girtiyê ku hat derbkirin ji bo gilî neke tehdît kirin

  • 10:56 16 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Berî bi çend rojan hatbû aşkerakirin ku girtiyê bi navê Kemal Yîgît dema sirgûnî Girtîgeha Kalkandereyê hatiye kirin hatiye derbkirin. Malbata Kemal ku me xwe gîhandê diyar kir ku rayederên dewletê ew bi van gotinan tehdît kirine: "Dewlet dikare xeta bike. Bûyer ji ber şerê di navbera du aliyan de pêk hatiye. Gilî nekin wê dewlet tişta pêwist bike."
 
Berî bi çend rojan hatibû diyarkirin ku Orhan Can, Kemal Yîgît û Murad Budabak ên ku ji girtîgeha Hejmar 2 a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzeyê hatine kirin, beriya ku wan bigirin girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku ev pêkanîna dijmirovî qebûl nekirine hatine derbkirin. Di vê demê de malbata Kemal Yîgît ê di greva birçîbûnê de bû ku rakiribûn nexweşxaneyê ji ber ku agahî jê nehatibû girtin serî li Komeleya Mafên Mirovan dabû.
 
Hevjîna Kemal  Gulîstan û xwişka wî Leyla Yîgît ji bo ku agahiyekê ji Kemal bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Rîzeyê dabûn û xwestibûn ku pê re hevdîtinê bikin. Leyla ya ku çû Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê, bi Kemal re hevdîtin kir. Leyla a ku piştî hevdîtinê ji ajansa me re axivî diyar kir ku kemal di 5'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji Girtîgeha Hîlvana Rihayê bi 3 hevalên xwe re sirgûnî Girtîgeha Trabzonê hatine kirin.
 
'Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine êrîşî wan kirine'
 
Leyla rewşa ku Kemal pê re rûbirû maye wiha vegot: "Kemal piştî bi 3 rojan ku gihaye Girtîgeha Trabzonê ji aliyê gardiyanên girtîgehê ve  ew û hevalên xwe bi êrîşa gardiyanan re rûbirû mane.  kemal diyar kir ku li wê girtîgehê îşkenceyeke zêde hebûye û ji her derê dengê îşkenceyê dihat.  Kemal piştî ku şevekê li wê mane piştre ew şandine Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê.  Li wê derê jî lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku ev lêgerîn qebûl nekirine bi êrîşa 15 kesan re rûbirû mane. Di encama êrîşa ku li Kemal hatiye kirin de 5-10 parsûyên wî şikestine û kezebawî ya spî ji ber bandora îşkenceyê birîn bûye. Ji ber tundiya ku lê hatiye kirin ew rakirine beşa lezgîn ya nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê 2 rojan hatiye ragirtin. Kemal ji ber ku di grevê debûye dermankirin qebûl nekiriye û piştre dîsa şandine girtîgehê. Piştî ku anîne girtîgehê li ser îtîraza hevalên wî ew dîsa rakirine nexweşxaneyê û 5 rojan hatiye dermankirin . Me jî serî li ÎHD'ê da û bi destûra Serdozgeriya Komarê ya Rîzeyê em çûn hevdîtina birayê min."
 
'Gilî nekin dewlet wê tişta pêwist bike'
 
Leyla diyar kir ku biryê wê ji wê re gotiye li girtîgeha Trabzonê îşkence gelek zêde ye û got ku rêveberiya girtîgehê jî eleqeyek mezin nîşanî wan daye û êrîş jî ji wan veneşartine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji me re gotin 'dewlet dikare şaşiyê bike.Buyer ji ber şerê nebera du aliyan derketiye .Gilî nekin wê dewlet tişta pêwist bike'. Piştî vê em ji girtîgehê veqetiyan."
 
'Divê rêxistinên mafên mirovan lêkolînê bikin'
 
Leyla di axaftina xwe de diyar kir ku di dewleta hiqûqê de divê li girtiyan îşkence neyê kirin û ji bo kesên ku îşkenceyê dikin jî divê hiqûq tişta pêwist bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku me agahî ji Kemal nesitend em çûn vêderê. Dema ku Kemal bi me re diaxivî nikaribû bîhna xwe bida û bistenda. Divê rêxistinên mafên mirovan derbarê girtîgehan de lêkolînekê bikin."