Derbarê 26 girtiyên ku strana Kurdî gotin lêpirsîn hat destpêkirin
- 10:29 16 Çile 2019
- Rojane
AMED - Tevî Rojnameger Kibriye Evren derbarê 26 jinên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de bi hinceta stranên Kurdî gotine lêpirsîn ji aliyê dozgeriyê hat destpêkirin.
Di 1'ê Mijdarê de derbarê 26 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de bi hinceta ku stranên Kurdî gotine lêpirsîn dest pê kiribû. Hat hînbûn ku piştî Muduriyeta Girtîgehê ji aliyê dozgeriyê ve jî derbarê 26 jinên girtî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Jinên girtî yên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin navên wan wiha ne: Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Rojnameger Kibriye Evren, Evin Kaya, Kumri Tokay, Hulya Biçen, Edanur Bazencir, Songul Aşila, Leyla Yildiz, Mendula Polat, Derya Arslan, Pinar Işik, Mekiye Ormanci, Melahat Daniş, Guli Korç, Hilal Olmez, Ozlem Seyhan, Kubra Barutçu, Zozan Taş, Naime Çelik, Semire Direkçi, Elif Haran, Aliye Tok, Mehtap Metin, Muazzez Alphan, Muslime Kalkan, Saadet Karp.