Leyla Xalid ji Leyla Guven re name şand: Li dijî birçîbûnê dê sebra te bi ser bikeve

  • 10:06 16 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstinê Leyla Xalid ji bo Leyla Guven name şand û got:"Çiqas jî greva birçîbûnê zehmet be ev têkoşînek bi rûmet e. Dê li dijî birçîbûnê sebra Leylayê bi ser bikeve." 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 70'emîn. Endama Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstinê Leyla Xalid ji bo Leyla Guven name şand.
 
Leyla Xalid di nameyê de wiha got:
 
"Hevala min a hêja Leyla. Leylaya ku di zindana zaliman de ye, ji bo te ez slavê germ dişînim. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Zindanê Tirkiyeyê û Îsraîlê li dijî sîstemên ku dixwazin dengê gel bibirîne tê kirin. Li ser navê xwe û navên jinên Fîlîstînê li dijî êrîşên sîsteman ên li ser şoreşgeran em ê dengê xwe her bilind bikin.
 
Hevala min Leyla ya hêja
 
Em dibêjin ku ev zilma zindanan dê nedome. Li dijî birçîbûnê dê sebir û têkoşîna te bi ser bikeve. Greva te ya birçîbûnê çiqas zor be jî têkoşînek bi rûmet e. Gelê te û hemû kesên li cîhanê yên azad deng didin çalakiya te. Tu ji bo hemû jinên li cîhanê mînak e. Bi hêviya azadiyê. Hevala te ya têkoşînê Leyla Xalid."