'Kongreya Star jin hembêz û birêxistin kir'
- 09:19 16 Çile 2019
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên ku beşdarî çalakiya 14'emîn salvegera damezrandina Kongreya Star bûn gotin:"Kongreya Star jin hembêz û birêxistin kir."
Jinên ku beşdarî çalakiya 14'emîn salvegera damezrandina Kongreya Star bûn gotin:"Ji bo jin her azad bin û xwe bikaribin birêxistin bikin Kongreya Star gelek xebatên baş kir."
'Kongreya Star xwedî îradeyek azad û xurt e'
Endama Kongreya Star a Bajarê Kobanê Semîra Ehmed wiha got:"Berî Şoreşa Rojava her tişt ji jinan re qedexe bû. Lê niha jin bi awayekî azad dikare beşdarî her qadên xebatê bibin. Ji her rengî jin hene. Bêyî ku cudatî bê kirin her jin dikare dikare di bin sîwana Kongreya Star de bên gel hevdu. Kongreya Star xwedî îradeyek azad û xurt e."
'Hebûna Kongreya Star azadiya jinê ye'
Xedîca Hemo ya Ereb e wiha got:"Rêxistina Kongreya Star rêxistinek azad û li ser esasên wekheviyê hatiye avakirine. Kongreya Star bêyî ku cudatiyê têxe nava nîjadan her rêya azadiyê nîşanî jinan kir. Hebûna Kongreya Star azadiya jinê ye."
'Kongreya Star em ji asîmilasyonê parast'
Her wiha Sedîq Oso jî wiha got:"Tiştên ku di bin navê polîtîkayên asîmilasyonê ji aliyê BAAS'ê ve hatibû jibîrkirin niha ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve dîsa tê jiyîn. Kongreya Star li çand, huner, nasname û ziman xwedî derdikeve. Kongreya Star em ji asîmilasyonê parast."
'Kongreya Star jin hembêz û birêxistin kir'
Her wiha Losiyana Matosyana ya Ermenî wiha got:"Sîstema Kongreya Star ji bo jinê girîng û serkeftî ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin îro xwedî îrade ne. Kongreya Star jin hembêz û birêxistin kir. Ji bo jin her azad bin û xwe bikaribin birêxistin bikin Kongreya Star gelek xebatên baş kir."