Zarokên Efrînê: Em ji ziman û perwerdeya xwe dûr nakevin

  • 09:17 16 Çile 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne tevî hemû zehmetiyan li dibistanan bi zimanê dayikê perwredeya xwe dibînin û dibêjin ku ew ê bi pênûsa xwe li dijî hemû zext û zordestiyan li berxwe bidin. 
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Zarokên ku li dibistanên hilweşiyaye perwerdeyê dibînin gotin:"Em dixwazin vegerin Efrînê. Em naxwazin Efrîn ji dijminên me bimîne."
 
Zaroka bi navê Dilcîn Ehmed wiha got:"Dewleta tirk li Efrînê êrîşî me û dibistanê me kir. Li vir em di bin banê hilweşiyayî perwerdeyê dibînin lê em dev ji dibistana xwe bernadin." 
 
Cîhan Mihemed a ji Gundê Kefer Delê yê girêdayî Efrînê ye got:"Me li Efrînê jiyanek aram dijiya. Lê Erdogan êrîşî me û dibistanê me kir. Dibistanên me yên li Efrînê hilweşand. Çiqas zehmet be jî em dixwazin dibistana xwe bixwînin. 
 
Zarokê bi navê Eymen Mihemed jî wiha got:"Ez tu carî ji zimanê xwe û perwerdeyê dûr nakevim. Erdogan çiqas êrîş bike jî em ê xwendina xwe û têkoşîna xwe bidomînin."