Du jin, welatên cuda û demên cuda

  • 09:14 16 Çile 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Martîna Anderson ku 10 salan li Îngîlîstanê, 3 sal û nîvan li Îrlandayê di girtîgehê de ma balkişand ser têkoşîna li girtîgehê daye û got wê qet Leyla Guven nas nekiriye lê weke ku wê nas dike. Martîna bi lêv kir ku ew Leylayê baş fêm dike û ji bo gel, xwe feda kiriye.
 
Heyetek ku ji 7 kesan pêk dihat û ji Îngîlîstan, Îrlanda, Îtalya û Elmanyayê hatin Amedê xwestin grevên birçîbûnê di cih de lêkolîn bikin lê li girtîgeha Tîpa E ya Amedê rastî astengiyê hatin.
 
Martîna Anderson ku di 2014’an de Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ye di delegasyona Fîlîstînê de jî cih digire. Martîna bi lêv kir ku li cîhanê li ku derê pirsgirêkek hebe hewl dide xwe bigihîne wir û got: “Ez 13 salan di girtîghê de mam. Di 1988’an de peymanek aştiyê hat kirin. Piştî vê girtiyên siyasî hatin berdan. 10 salan di girtîgeha Îngîlîstanê de mam. Malbata min bi zehmet dihat cem min. Malbata min li Îrlandayê diman. Ez 3 sal û nîvan li Îrlandayê di girtîgehê de mam. Li vê girtîgehê ji bo jinan koguş tune bû. Ez bi 600 mêrî re li heman girtîgehê mam.”
 
‘Pêkanîn dişibin hev’
 
Martîna behsa zor û zehmetiyên li girtîgehê jiyane kirine û got binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û yên li Îngîlîstanê dişibin hev. Martîna bi lêv kir ku li girtîgehê rojê 6 caran rastî lêgerîna tazî hatine û di ava laximê de jiyane.
 
‘Ez Leylayê fêm dikim’
 
Martîna balkişand ser rewşa Leyla Guven û wiha pê de çû: “Rewşên me pir dişibin hev. Ez Leylayê baş fêm dikim. Leyla ji bo gelê wê di aştiyê de bijî xwe feda dike. Ev tiştekî pir pîroz e. Ez Leylayê nas nakim lê weke ez wê nas dikim. Em ê hewl bidin ku dengê Leyla û girtiyên din bên bihîstin. Ez ê têkoşîna wê li her derê vebêjim. Ez piştgiriyê didim hemû daxwazên wê.”