Serpîl Kemalbay:Ne çareserî, pêngava ku hêrsa gel daxîne ye

  • 09:11 16 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE- Serpîl Kemalbay a HDP’yî diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re pêk aniye ji bo ku hêrsa gel bisekine pêk hatiye û wiha got: “Ev ne ji bo çareseriyê bû. Ji bo zextên li ser wan kêm bibin pêk anîn. Divê hemû mafên Birêz Ocalan bên dayîn. Ji bo pêşî li berxwedana girtîgehan bigirin ev hevdîtin pêk hat.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tecrîda berdewam dike û geşedanên dawî nirxand û da zanîn ku Leyla Guven li dijî polîtîkayên neçareseriyê deriyê berxwedanê vekiriye.
 
Serpîlê bi lêv kir ku çalakiya Leylayê hatiye astek krîtîk û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dest pê kirine û wiha got: “Divê teqez tecrîd rabe. Ev berxwedan jî bi armanca rakirina tecrîdê ye. Çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin, hemû polîtîkayên înkar û îmhayê teşîr kiriye. Grevên birçîbûnê ji bo daxwaza azadiyê bilind bibe li girtîgehê hatine destpêkirin. Ev çalakiyek aştiyaneye.”
 
‘Divê em deng bidin dengê Leyla Guven’
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo jiyane mirovane divê her kes deng bidin dengê Leylayê û bi lêv kir ku desthilatdarî ji bo mirovan bêdeng bike polîtîkayên şer xistiye dewrê û got îro li Tirkiyeyê Destureke Bingehîn a dij demokratîk jî tê tunekirin. Serpîlê wiha got: “Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven ne tenê peywira HDP’ê ye. berpirsyariya her kesî ye ku deng bidin grevan. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Divê em demildest deng bidin dengê Leyla Guven.”
 
‘Divê hemû mafên Birêz Ocalan bê dayîn’
 
Serpîlê balkişand ser hevdîtina li Îmraliyê pêk hatiye û wiha pê de çû: “Ji hevdîtinek nîv saetê encama rakirina tecrîdê dernakeve. Ev 3 sale tecrîdek giran heye. Di nav ceza de ceza didin. Ez difikirim ku ev hevdîtin bi armanca pêşî li berxwedanên girtîgehan bê girtin hatiye kirin. Divê hemû mafên birêz Ocalan bên dayîn. Hevdîtinek nîv saetê ji bo bêdengkirina gel tê kirin.