‘Em ê birînên xwe bi hev re bikewînin’

  • 09:07 16 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Nisêbînê Parêzer Semîre Nergîz, bi salan di nava têkoşîna hiqûq, mafê jin û zarokan de cih girt. Semîreyê got ji bo birînên navçeya lê hatiye dinê û mezin bûye bikewîne bûye namzet û wiha got: “Pêkanîna qeyûm ji zû de dema xwe tije kiriye. Wê di 31’ê Adarê de şaredarî radestî gel bê kirin.”
 
Yek ji namzeta hevşaredariya Nisêbînê ya HDP’ê Semîre Nergîz û Ferhat Kut e. Semîre di 1969’an de li Nisêbînê tê dinê û dibistana seretayî, navîn û lîseyê li wir dixwîne. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwîne, ev 25 sale pîşeya xwe îcra dike. Semîre di pêvajoya li Amedê ma de ne tenê ne parêzerî, di saziyên jinan de, ji bo mafê jin û zarokan xebat meşand. 
 
Semîre di gelek xebatên saziyên navneteweyî de jî cih girt û diyar kir ku Nisêbîn jî wek gelek navendan rojên zehmet derbas kiriye. Semîreyê wiha got: “Dema min ev biryara xwe da, ez bi giştî rewşa taybet a Nisêbînê fikirîm. Min ji hevşaredariyê wêdetir, xwest pêşiya gelê Nisêbînê vebikim. Bi qasî nifûsa wê hevşaredar hene li vê navçeyê. Ji ber yek yek xwedî hişmendî ne.”
 
‘Rewabûna qeyûm tune ye’
 
Semîreyê her wiha bi lêv kir ku tu aliyê hiqûqî û qanûnî yên qeyûman tune ye û li Nisêbînê jî bi tu awayî rewabûna qeyûm tune ye. Semîreyê ev tişt bi lêv kir: “Di 31’ê Adarê de gelê Nisêbînê wê îradrya xwe ji nû ve bigire dest. Em piştî 31’ê Adarê şûnde dixwazin îradeya herêmê bikeve destê gel. Qeyûm ji zû de dema xwe tije kiriye. Wê di 31’ê Adarê de şaredarî bikevin destê gel.”