2 meh û 4 roj: Berxwedana gelê Efrînê
- 09:06 16 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 20’ê Çileyê 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember Efrînê êrîş pêk hat û navê tevgerê jî kirin şaxê zeytûnê. Avesta Xabûr bi çalakiya xwe mohra xwe li bêdengiya navneteweyî xist.
Efrîn ji 2016’an heta niha di hedefa Tirkiyeyê de bû. Tirkiyeyê bi armanca hebûna xwe li wan deran bide bihîstin û bazirganiyê biparêze bi welatên Rojhilata Navîn re li aliyê Rojavayê Çemê Firatê di navbera 2016-2017’an de Tevgera Mertalê Firatê da destpêkirin. Tirkiyeyê bi vê tevgerê re herêma navbera Kantona Efrîn û Kobanê xist bin destê xwe.
Lê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di her carê de got wê di carekê de bikevin Efrînê û sînyalên êrîşa li hember Efrînê da. Tirkiyeyê li Reyhanli û Kirikhanê sewqiyata tanqan kir. Tirkiyeyê di vê navberê de piştgiriya Rûsyayê jî girt. Rûsyayê yekîneyên xwe yên li Efrînê di 19’ê Çileyê 2018’an de vekişand.
Komên muxalîf ên cur bi cur tevlî TSK û Tevgera Mertalê Firatê bûn beriya êrîşan li deriyê sînor ên Oncupinarê bi otobusan derbasî Sûriyeyê bûn.
Di 20’ê Çileyê 2018’an de Tayyîp Erdogan îlan kir ku êrîş hatiye destpêkirin. Navê wê jî kirin Tevgera Şaxê Zeytûnê.
Hulusî Akar ji navendê operasyon bi rêve bir
Rayedarên hikûmet û TSK’ê di her derfetê de îdia kirin ku êrîşa li hember Efrînê di çarçoveya parastina rewa de pêk hatiye. Operasyon jî ji aliyê fermandarê giştî Orgeneral Hulusî Akar ve hat meşandin.
Li gorî hikûmetê nûçe hatin çêkirin
Di saetên êrîş pêk dihatin de Serokwezîr Bînalî Yildirim civîn bi rayedarên çapemeniyê re pêk anî û çapemeniya muxalîf dawetî civînê nehatin kirin tenê çapemeniya alîgir tevlî bû. 15 xal pêşkêşî çapemeniya alîgir kirin û hat xwestin nûçe li gorî hikûmetê bên çêkirin.
Leyla Guven ji ber bertek nîşan da hat girtin
Hikûmetê hewl da çapemeniyê sansur bike û hemû çalakî û daxuyaniyên dijberî êrîşê hatin qedexekirin. Leyla Guven jî ji ber wê demê bertek nîşanî êrîşan dabû hat girtin. Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay û 17 kesên ligel wê jî hatin binçavkirin.
845 kes hatin binçavkirin
Doktorên endamên Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kirin ku şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e û daxuyaniyek da. Hemû doktorên endamên konseyê hatin binçavkirin. 6 roj şûnde hatin berdan. 845 kes ji ber parvekirinên çapemeniya civakî hatin binçavkirin.
Avesta Xabûr li navçeya Cindirês a Efrînê li gundê Hemame di pevçûnên dijwar de bombeyên li ser xwe teqand û çalakiya fedayî pêk anî.
Di bin êrîşan de 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Jinên Efrînê 8’ê Adarê jî di bin êrîşan de bi înat pîroz kirin û berxwedana gelê Kurd nîşanî serdestan dan. Jinan bi meşa pêk anîn diyar kirin ku wan mîrateya Avestayê dewir girtine.
257 sivîl hatin qetilkirin
Di êrîşên li hemberî Efrînê de li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Efrînê 257 sivîl hatin qetilkirn û 742 sivîl jî birîndar bûn. Ji kesên hatin qetikirin 37 heb jin bûn û 45 jî zarok bûn.
Cihên dîrokî hatin bombebarankirin
Di 16’ê Adarê de nexweşiya Avrîn rastî êrîşên balafiran hatin.Di êrîşan de di encamên bombebarankirinê de gelek cihên dîrokî hatin tunekirin. Peykerê Hesinkar Kawa hat hilweşandin.