Çalakiya Leylayê di roja 70’emîn de berdewam dike
- 09:05 16 Çile 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ket roja 70’emîn. Gelek girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn û ji duh de hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî gotin wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine.
Di çarçoveya çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin de ji 20’ê Kanûnê heta niha li gelek girtîgehên Tirkiye û herêmê grevan dest pê kir. Bi giştî 226 girtî tevlî grevê bûn. Di 12’ê Çileyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek hat kirin. Her çiqas berfirehiya daxuyaniyê nehatibe daxuyandin jî girtiyan gotin ev nayê wateya şikandina tecrîdê û gotin wê çalakiyê bidomînin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak ku her du jî girtîne diyar kirin ku ew jî bi armanca rakirina tecrîdê dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger.
600 kesên tevlî civîna gel a bi pêşengiya HDP û DBP’a Amedê pêk hat bûn mijara wan ya sereke çalakiyên li girtîgehan bûn. Her kesê ku mafê gotinê girtin diyar kirin ku divê her kes li dijî pêvajoyê bêdeng nemîne û gotin pasîfbûna herî zivik wê bi gelê Kurd giran bê. Piştî civînê di nav de parlamenter jî hene gelek kes ji avahiya HDP’ê ber bi girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Tevî hemû êrîş û tehdîdan heta ber girtîgehê meşiyan.
Di encama çalakiyan de her çiqas Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribe jî ji aliyê gel û girtîgehan ve nehat qebûlkirin.