'Zihniyeta dagirker nahêle aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe'
- 09:03 16 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
LUBNAN - Di çarçoveya geşedanên herî dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, de Berdevka Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn wiha got:"Li Rojhilata Navîn desthilatdar û sîstemên xwediyê zihniyeta dagirker naxwazin li ser esasên netewa demokratîk sistemek bê avakirin. Heger ev sistem bê avakirin dê aştî û azadî pêk were. Lê pergalên xwe tenê li dû berjewendiyan xwe digerin siyaseta xwe li dijî aştî û azadiyê bi rê ve dibin. Ev yek nahêle ku aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe."
Di çarçoveya geşedanên herî dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, de Berdevka Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn nirxandin kir û wiha got:"Sîstemên ku li ser esasên şer û dijminatiya li dijî gelan hatiye avakirin bi planên xwe yên qirêj şer û aloziya Rojhilata Navîn kûrtir dikin. Rojavayê Kurdistanê gelek dewlemend e loma her dibe hedefa dagirkeran."
'Sîstemên hegemon xwe bi şer û xwîna mirovan xwedî dikin'
Netewiyê da zanîn ku gelê Kurd û yên Rojhilata Navîn bi salane li dijî zihniyeta yekperest li berxwe didin û wiha got:"Îro dema li dênirên em dibînin ku sîstemên hegemon xwe bi şer û xwîna mirovan xwedî dikin. Gelê Kurd û Rojhilata Navîn li dijî vê zihniyetê ji dîrokê heta niha di nava têkoşînekê de ne. Li Lubnanê jî pirsgirêkên azadiyê heye. Li vir em hewl didin ku li ser xeta demokrasî û azadiyê li dijî sîstemên hegemon li ber xwe bidin û bi taybet ji bo azadiya jinê em li berxwe didin. Çimkî di nava vê aloziyê de herî zêde jin tên çewisandin."
'Zihniyeta dagirker nahêle aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe'
Netewiyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di bin sîwana yekîtiyê de em ancax dikarin hesab ji sîstemên hegemon bitisin û nehêlin ku em di bin baskê zim û zordestiyê bên çewisandin. Li Rojhilata Navîn desthilatdar û sîstemên xwediyê zihniyeta dagirker naxwazin li ser esasên netewa demokratîk sistemek bê avakirin. Heger ev sistem bê avakirin dê aştî û azadî pêk were. Lê pergalên xwe tenê li dû berjewendiyan xwe digerin siyaseta xwe li dijî aştî û azadiyê bi rê ve dibin. Ev yek nahêle ku aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Sîstemên ku li ser esasên şer û dijminatiya li dijî gelan hatiye avakirin bi planên xwe yên qirêj şer û aloziya Rojhilata Navîn kûrtir dikin. Rojavayê Kurdistanê gelek dewlemend e loma her dibe hedefa dagirkeran."