Jinên Minbicê: Em ê nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe
- 09:02 16 Çile 2019
- Rojane
Sîlva El-Ibrahîm
MINBIC - Jinên li Minbicê têkildarî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Em ji gefên dewleta tirk a dagirker natirsin. Em dixwazin bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ên nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe."
Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Têkildarî mijarê de jinên Minbicê axivîn û gotin:"Em gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê qebûl nakin. Ew tenê berjwendiyên xwe difikire. Em ê destûrê nedin ku dewleta tirk êrîşî me bike."
'Bi gef û êrîşan tê xwestin ku alozî û şer kûrtir bibe'
Nûnera Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ya Minbicê Mûna Xelef got:"Gef û êrîşên dewleta tirk dê bandorek neyînî li ser yekîtî û têkoşîna me neke. Bi gef û êrîşan tê xwestin ku alozî û şer kûrtir bibe. Dixwazin koçberî, talankirin û îşkence bên dubarekirin. Yekîtî, wekhevî û demokrasiya ku li Minbicê û li hemû bajarên Rojava tên avakirin dewleta tirk aciz dike. Qaşo di bin navê demokrasiyê de dewleta tirk, dijminatiya hemû gelan dike û tenê berjewendiya xwe difikire."
'Em ê nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe'
Endama Buroya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroj Seher El-Ewde wiha got:"Erdogan bi gef û êrîşên xwe dixwaze xwînê birjîne û komkujiyên nû pêk bîne. Gelê li Minbicê ji gefên dewleta tirk ne razî ne. Gef û êrîş dê werankirinek nû bi xwe re bîne. Divê hemû kes li dijî vê yekê rabin û qebûl nekin. Demokrasî, wekhevî û yekîtiya gelan bi gef û êrîşan hedef tên girtin. Em ji gefên dewleta tirk a dagirker natirsin. Em dixwazin bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ê nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe. Em gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê qebûl nakin. Ew tenê berjwendiyên xwe difikire. Em ê destûrê nedin ku dewleta tirk êrîşî me bike."