'Em ê li dijî dagirkeran serî netewînin'

  • 09:01 16 Çile 2019
  • Rojane
Cûd El - Rebah
 
REQA - Endama Hêzên Parastina Civakê yên Jin Cîhan Xelîl derbarê gef û êrîşên dewleta tirk de anîn ziman ku ew li dijî zilmê bêdeng namînin û got:"Bi saya QSD'ê Reqa rizgar bû. Em ê jî heta dawî li dijî zilm û zordestiya dagirkeran li berxwe bidin. Em ê li dijî dagirkeran serî netewînin."
 
Endama Hêzên Parastina Civakê yên Jin Cîhan Xelîl a ji Reqayê bertek nîşanî gef û êrîşên dewleta tirk da û diyar kir ku ji bo parastina axa xwe ew her amade ne û wiha got:"Dê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe. Em dikarin axa xwe biparêzin pêdiviya me ji mudaxaleya hêzê li derve tune ye."
 
'Li dijî hemû cureyê îşkenceyê yên dagirkeran em ê li berxwe bidin'
 
Cîhanê wiha got:"Ez ji bo axa xwe biparêzim ez têdikoşim. Me gelek zor û zehmetî di destên DAÎŞ'ê de kişand. Em naxwazin ku careke din jî bi zilm û zordestiyê rû bi rû bimînin. Em dixwazin tevî zarokên xwe jiyanek aram, azad û bextewar bijîn.Em naxwazin bibin koleyê zihniyeta baviksalar û dagirker. Li dijî hemû cureyê îşkenceyê yên dagirkeran em ê li berxwe bidin."
 
'Em ê li dijî dagirkeran serî netewînin'
 
Cîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî jinên Reqayê li dijî zordestî û zehmetiyan têdikoşin. Dê tu kes nikaribe me têk bibe. Bi saya QSD'ê Reqa rizgar bû. Em ê jî heta dawî li dijî zilm û zordestiya dagirkeran li berxwe bidin. Em ê li dijî dagirkeran serî netewînin. Dê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe. Em dikarin axa xwe biparêzin pêdiviya me ji mudaxaleya hêzê li derve tune ye. Em bi îradeya xwe ya xurt û azad her dem amadene ku xwe û rûmeta xwe biparêzin."