ROJEVA 16'Ê ÇILEYÊ YA 2019'AN

  • 09:00 16 Çile 2019
  • Rojev
*Endama Hêzên Parastina Civakê yên Jin Cîhan Xelîl derbarê gef û êrîşên dewleta tirk de anîn ziman ku ew li dijî zilmê bêdeng namînin û got:"Bi saya QSD'ê Reqa rizgar bû. Em ê jî heta dawî li dijî zilm û zordestiya dagirkeran li berxwe bidin. Em ê li dijî dagirkeran serî netewînin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Minbicê têkildarî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Em ji gefên dewleta tirk a dagirker natirsin. Em dixwazin bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ên nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe."DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya geşedanên herî dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, de Berdevka Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn wiha got:"Li Rojhilata Navîn desthilatdar û sîstemên xwediyê zihniyeta dagirker naxwazin li ser esasên netewa demokratîk sistemek bê avakirin. Heger ev sistem bê avakirin dê aştî û azadî pêk were. Lê pergalên xwe tenê li dû berjewendiyan xwe digerin siyaseta xwe li dijî aştî û azadiyê bi rê ve dibin. Ev yek nahêle ku aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe." DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ket roja 70’emîn. Gelek girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn û ji duh de hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî gotin wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine.
 
*Di 20’ê Çileyê 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember Efrînê êrîş pêk hat û navê tevgerê jî kirin şaxê zeytûnê. Avesta Xabûr bi çalakiya xwe mohra xwe li bêdengiya navneteweyî xist.
 
*Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Nisêbînê Parêzer Semîre Nergîz, bi salan di nava têkoşîna hiqûq, mafê jin û zarokan de cih girt. Semîreyê got ji bo birînên navçeya lê hatiye dinê û mezin bûye bikewîne bûye namzet û wiha got: “Pêkanîna qeyûm ji zû de dema xwe tije kiriye. Wê di 31’ê Adarê de şaredarî radestî gel bê kirin.”
DÎMEN HEYE
 
*Serpîl Kemalbay a HDP’yî diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re pêk aniye ji bo ku hêrsa gel bisekine pêk hatiye û wiha got: “Ev ne ji bo çareseriyê bû. Ji bo zextên li ser wan kêm bibin pêk anîn. Divê hemû mafên Birêz Ocalan bên dayîn. Ji bo pêşî li berxwedana girtîgehan bigirin ev hevdîtin pêk hat. BI DÎMEN
 
* Hunermendên tevlî pêşangeha wêneyan a ‘Ji bo jin bijîn’, bûn, diyar kirin ku wan di berhemên xwe de wek jinên civakê derketine vê rê û gotin ji bo bibin dengê jinan û piştevaniyê li vir in.DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Martîna Anderson ku 10 salan li Îngîlîstanê, 3 sal û nîvan li Îrlandayê di girtîgehê de ma balkişand ser têkoşîna li girtîgehê daye û got wê qet Leyla Guven nas nekiriye lê weke ku wê nas dike. Martîna bi lêv kir ku ew Leylayê baş fêm dike û ji bo gel, xwe feda kiriye.DÎMEN HEYE
 
*Krîza aborî bandorek mezin li ser jinan dike. Eda Çoban a ku ji ber krîzê karê wê li ber rawestandinê ye, got ku hejmara karkerên serê parçe kar dikin ji 300’î daxistine 10’an ji ber ku kar tune ye. BI DÎMEN
 
*Li Amedê welatiyan derbarê hilbijartinên herêmî de axivîn. Welatiyên Amedê diyar kirin ku ji bo çûyîna qeyûman demek kurt maye.DÎMEN HEYE