Li Şemrexê hilbijartin hat kirin
- 16:51 15 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN – HDP beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ji bo namzetên hevşaredaredartiyê diyar bike li navçeya Şemrexa Mêrdînê sindoq danîn.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo namzetên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê ku dê pêk bê diyar bike li navçeya Şemrexê ji bo ku gel nazedên xwe hilbijêre sindoq danîn. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Musa Farîsogllari, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê û gellek welatî jî li cihê hilbijartin lê hat kirin amade bûn. Beriya destpêka hilbijartinê ji bo hemû şehîdên demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê jî axaftin hatin kirin. Di serî de Berdevkê Qomîsyona Diyarkirina Endaman a Mêrdînê Alî Yîgît axivî.
Alî diyar kir ku Gelê Kurd li hember zor û zehmetî, êrîş, komkujî, xirakirina gundan û koçberiyê ku hatine jiyî tu carî serê xwe netewandiye û wiha berdewam kir: “Tu kesî bawer nedikir ku em ê bên van rojan. Dewletê tim digot em ê dawî li kurdan bînin. Lê belê hesabê wan hev negirt. Wan deman destpêka têkoşîn û berxwedanê bû. ev têkoşîn bi carekê re mezin bû û ji aliyekî ve jî êrîşên topyekun lidijî vê têkolşînê zêde bûn. Ev êrîş li dijî gelê kurd, sazî û dezgehên kurdan hatin kirin. Lê herdem têkoşîna gelê kurd berdewam kir. Ev têkoşîn têkoşîn bi berxwedana jinan û dayikan hat berdewamkirin. Dayikên kurd bedelên giran dan û zarokên wan şehîd ketin. Em hêvî dikin ku ev hilbijartina bê kirin jî ji hemû gelê kurd re bibe mizginiyek.”
'Bila daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin'
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Musa Farîsogullari yê ku axivî jî wiha got: "Gelê Kurd bi salane berxwedaneke mezin dide û bedelên gellek mezin daye.Têkoşîna Gelê Kurd hîn berdewam dike û heta bigihîje armanca xwe wê bidome. Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin dîrokî ye. Li girtîgehan gellek hevalên me li dijî girankirina tecrîdê dest bi grevên birçûbûnê kirine û bedenên xwe dane ber mirinê. Hevala me, Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven çalakiya wê îro 69 roj li pey xwe hiştine. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me tevahiya kurdan e. Ev sê sal in tecrîda ku hatiye girankirin bû sedema şer û mirinan. Divê ku ev tecrîd demildest bê rakirin û daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin."
Bernamzedan xwe da nasîn
Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de li Şemrexê 3 jê jin bi giştî 12 bernamzetên ku ji bo hevşaredartiyê di pêşpirkê de ne xwe dan nasîn û projeyên xwe vegotin. Piştre 400 delegeyan ji bo ku namzedan hilbijêrin deng bi kar anîn.