Dayika Aştiyê Sakîne Guven girtin û şandin girtîgehê

  • 16:41 15 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ku bi armanca şopandina civîna koma HDP’ê hat Meclîsê, piştî binçavkirin şandin dadgehê û piştî biryara girtinê şandin girtîgehê. 
 
Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bişopîne ji Stenbolê hat Meclîsê. Polîsan di ketina deriyê Dîkmen a Meclîsê de Guven binçav kirin. Guven bi hinceta lêpirsînekê ku derbarê wê de hatiye vekirin ji bo îfade bide binçav kirin û şandin edliyê. Guven piştî derxistin dadgehê bi sedema 2 sal û 6 meh cezayê wê hatiye erêkirin girtin û şandin girtigehê. Guven, şandin Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sincanê.