Ji bo parlamenterên HDP'ê 11 fezlekeyên nû
- 15:52 15 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - Ji bo destnedana 4 parlamenterên HDP'ê bê rakirin 11 fezlekeyên din radestî meclisê hatin kirin.
Bi daxwaza rakirin destnedana 4 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan di 14'ê Çileya 2019'an de, 11 fezleke anîn Komîsyona Qanûna Bingehîn û ya Edaletê ya meclisê.
Derbarê parlamenterên Amdedê yên DHP'ê Dêrsim Dag de 4 fezleke, derbarê Musa Farîsogllari de 5, derbarê Remziye Tosûn de 1 û derbarê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay de 1 fezleke hat amade kirin.