Dewreya perwerdeyê ya li Şengalê bi dawî bû
- 14:50 15 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Binevş bi dawî bû. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin:"Em bang dikin ku hemû jin beşdarî perwerdeyên bi vî rengî bibin û xwe pêş bixin."
Li Şengalê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Binevş a ji bo jinan bi dawî bû. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin:"Perwerdeya me serkeftî derbas bû. Em gelek bextewar in ku beşdarî perwerdeyek bi vî rengî bûn. Vê perwerdeyê di jiyan û kesayeta me de gelek guhertin çê kir."
'Eleqe û hestiyariya ji bo perwerdeyê pêwist e'
Riham Hico ya ku beşdarî perwerdeyê bû wiha got:"Ji bo em bi ser bikevin perwerde şert e. Eleqe û hestiyariya ji bo perwerdeyê pêwist e. Dema ku perwerde tune be em di gelek qadên jiyanê de kêmasiyên mezin bijîn. Ji bo em kêmasiyan nejîn divê em xwe perwerde bikin."
'Perwerde dibe sedema guhertinên baş'
Her wiha jina bi navê Şerîfe Mirad a ku beşdarî perwerdeyê bûye jî wiha got:"Perwerde ji bo me gelek xweş bû. Me gelek encam jê girt. Em bang dikin ku hemû jin beşdarî perwerdeyên bi vî rengî bibin û xwe pêş bixin. Perwerdeya me serkeftî derbas bû. Em gelek bextewar in ku beşdarî perwerdeyek bi vî rengî bûn. Vê perwerdeyê di jiyan û kesayeta me de gelek guhertin çê kir. Perwerde dibe sedema guhertinên baş."