Platforma Yekitiya Jinên Kurd piştgirî da îtîkfaka kurd

  • 14:41 15 Çile 2019
  • Rojane
AMED -  Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, diyar kirin ku piştgiriyê didin îtîfaqa hilbijartinê ya navbera partiyên kurd û wiha gotin: "Divê yekîtî di nava hemû qadên jiyanê yên kurdan de pêş bikeve." 
 
Partiyên kurdan beriya hilbijartinê deklerasyona hevpar aşkere kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) di çarçoveya îtifaqa ji bo rêveberiyên herêmî de deklerasyona hevpar aşkere kirin û îtîfaqa hilbijartinê avakirin. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî bi daxuyaniyekê piştgirî da yekîtiya partiyên kurdan. Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a ji bo îtîfaqa hilbijartinê ya di navbera partiyên kurd de pêk hat mayînde bibe piştgiriya xwe ani ziman.
 
'Yekitî girîng ye'
 
Platformê bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û wiha got: "Em tifaqa di navbera partiyên kurdistanî ji bo hilbijartina heremî û sînerjiya tifaqa erênî pêşwazî dikin. Liv û tevgera kurdan ji bo yekîtiya kurdan elzem e. Platform di vê demê de yekîtiyê wekî hewceyê ke jiyanî qebûl dike. Li Tirkiye yê em her Roj dibin şahîdê girtina  kurdan, wekîl, hev şaredarên Gelê Kurd, ku ev hemû meşrû û qanûnî hatine hilbijartin  lê pergal wan davêje zindanan.  Hêviya Kurdan ji berpirsyaryên siyasî heye ku hemû astengiyên li hember yekitiyê ber teref bikin yekîtiya kurdan mayînde bikin. Gelê Kurd alîgerê yekîtiyê ye. Berpirsiyariya yekîtiyê jî dîrokî ye.
 
Di encamê de ger kurd di hemû kadên  jiyana kurdan de tev bigerin her dem erênî û birûmet e. Yekitî divê hemû kadê jiyanê  Kurdan de pêk were.  Em wekî platformê hemû gavên ji bo yekîtiyê hem piştgiriyê didin hem jî dişopînin. "