Li Edeneyê mirina jinekê ya bi gûman

  • 13:54 15 Çile 2019
  • Rojane
EDENE - Li navçeya Sariçamê jina bi navê Perîhan Buyukbayram bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Sariçamê ya Edenê li baxçeyê avahiyêkê cenazeyê jinek hat dîtin. Li ser agahdarkirina welatiyan polîs û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê .Piştî ku tendirûstvanan cenaze kontrol kir diyar kirin ku aîdê jina bi navê Perîhan Buyukbayram e.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.