Encama tekoşînê wê serkeftin bîne

  • 13:19 15 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR -Greva birçibûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hat despê kirin, di roja 33'emîn de ji aliyê koma 11'an ve bi merasimekê hat dewirgirtin. 
 
Greva birçibuyine ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan hat despêkirin, di roja 33'emîn de ji aliyê koma 11'emîn ve bi merasimekê hat dewir girtin. Beriya ku çalakî bê dewergitin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê koma 11'emîn a çalakvanên gireva birçîbûnê bi silavdayîna koma 10'an çalakî dewir girt. Çalakvanên Jin ên koma 11'an ya çalakiya gireva birçîbûnê ya Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.
 
Ji çalakvanan Hevseroka Şaredariya Wargeha  Rûstem Cûdî Leyla Arzu Îlhan grevên birçibuyinê û hevdîtina ku bi Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan re hat kirin nirxand  û wiha got: " Grevên birçîbûnê ku ji bo şikandina tecrita girankirî li ser Rêber Apo  di pêşengiya Leyla Gûven de hatin destpêkirin, pêl bi pêl berfireh bûn û îro gîhiştine hemû qadên Kurdistanê û dervayî welat. Wekî niştecihên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî em jî dixwazin  bibin dilopek wê berxwedana ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin.  Koma vê carê ku çalakî dewer girt  bi hêstên tekoşîna bibe encama Azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dewir girt. "
 
'Çalakî heta bidawîbûnê tecrîdê wê bidomin'
 
Leyla di berdewama axaftina xwe de bal kişanda ser hevdtîna bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi biryê wî Mehmet Ocalan re û wiha berdewam kir : "Me di 11'ê  mehê de agahiyek ji Rêber Apo girt.  Lê ev agahî ji bo me ne bes e û nikare pirsgirêkên tecrîDê çareser bike. Heta ku tecrîda girankirî bi giştî ranebe û bi avayekî huquqî hevdîtin bi Rêber Apo re neyê çêkirin ev çalak wê berdewam bikin. Em ê bi hêza xwe û çalakîyên xwe heta di Kurdistaneke Azad  de bi Rêber Apo re azad azad bijîn çalakiyên xwe  bidomînin. Em bi hevî û baweriya agahiyên hîn xweştir  ala berxwedanê ji hevalên çalakvanên ên koma pêşiya xwe bi kêfxweşî digirin."
 
Çalakvanên di grevê de hatin silavkirin
 
Çalakvana bi navê Êzîze  Teymûr jî wiha hestên xwe anîn ziman: " Em di kesayeta Leyla Guvên de hemû çalakvanên greva birçîbûnê slav dikin. Heta gavên berbiçav neyên avîtin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ne tênê 3 rojan heta ku tecrît berdewam bê wê çalakiyên me jî berdewam bin. "