ESP'ê piştgirî da grea birçîbûnê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
- 11:34 15 Çile 2019
- Rojane
AMED - Rêxistina ESP’ê ya Herêmê, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 69 rojin berdewa dike û xwest tecrîda li Îmraliyê demildest rabe.
Rêxistina Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) ya Herêmê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a 69 rojin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewam dike û piştgirî da çalakiya Leylayê. ESP’ê di daxuyaniya da de bal kişand ser hevdîtina 12’ê Çileyê ya bi Abdullah Oclan re hat kirin û wiha got: “Encamên erênî ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, derketin holê. Çalakî hêdî hêdî encam dide. Saziyên tevgera azadiya Gelê Kurd, nûnerên girtiyan û parlementer Leyla Guven bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku ew ê tavîz nedin rêbazên mijûlbûne. Divê rêya hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re were vekirin.”
ESP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Em daxwaz dikin ku mafên hiqûq, polîtîk û tenduristiya Ocalan bên parastin û bikevin bin ewlekariyê. Welatparêzên sosyalîst weke duh, dê îro jî bi rihê têkoşîna yekbûyî, bi dirûşma ‘Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bê rakirin’ dê li ber xwe bidin.”