Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:31 15 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 781'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 781’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.
 
Parezerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye", “koster di tamirê de ye", “OHAL heye”  daxwazên wan tên astengkirin.