Çalakiya Leyla Guven di roja 69'emîn de berdewam dike
- 10:21 15 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin di roja 69'an de berdewam dike.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Guven, 69 roj e di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ye. Leyla ya ku çalakiya xwe ji bo rakirina tecrîda li îmraliyê dabû destpêkirin her ku diçe rewşa tendirustiya wê xira dibe.
Leya ji 4'ê çileyê de nikare bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike û ji ber bandora greva birçîbûnê ya neyînî ku li ser bedena wê dike di rojên borî de li gel ku dayika wê Cevriye Guven jiyana xwe ji dest dabû ji ber ku taqeta wê tunebû neçûbû ser cenazeyê wê jî.
Heta tecrîd bidome wê çalakî jî bidome!
Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin û li girtîgehan belav bû piştî 2 sal û nîvan birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di 12'ê mehê de çû bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtineke kurt kir. Piştî vê hevdîtinê careke din guhê her kesî ma li ser Leyla Guven û girtiyên digrevê de. Leyla Guven û hevalên xwe yên girtî, diyar kirin ku heta tecrîd berdewam bike wê çalakiya wan jî berdewam bike.
Daxwaza Leylayê çi ye?
Leya diyar dike ku heta Tecrîda li Ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya wê ya greva birçîbûnê berdewam bike. Leyla dibêje ku îro gelek pêdivî bi Abdullah Oclaan heye û peyameke ku jê bê gelek girîng e. Leyla wiha dibêje: "Daxwaza min rakirina tecrîda girankirî ye."