Qedexeya li 23 gundan hat rakirin
- 09:23 15 Çile 2019
- Rojane
AMED - Qedexeya derketina li 23 gundên navçeyên Licê, Hezo û Karazê hat rakirin.
Walîtiya Amedê duh li 23 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Qedexeyê duh saet li 06.00'an dest pê kiribû û pişt re operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Qedexe duh bi şev saet di 24.00'an de hat rakirin.