'Em hêviyên xwe tu carî winda nakin'

  • 09:14 15 Çile 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûn gotin:"Em niha di nava şerdên bi zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Em hêviyên xwe tu carî winda nakin."
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku li Şehbayê bi cih bûn gotin:"Em zarok, ciwan, jin, kal û pîr hemû bi hev re têkoşînek mezin li dijî derfetên kêm didin. Ger  têkoşîn hebe jiyan xweş dibe."
 
'Li dijî hovîtiyê gelê Efrînê îradeyek xurt nîşan dan'
 
Jina bi navê Zelox Îbrahîm a li Ehdasa Şehbayê dimîne wiha got:"Gelê Efrînê 58 rojî li dijî hemû çekên pêşketî li bexwe da. Li dijî hovîtiyê gelê Efrînê îradeyek xurt nîşan dan. Niha em li Ehdasê bi cih bûne û li vir em di nava hewldanek mezin de ne. Xaniyê xerabe û sermaya zivistinê jiyana me gelek zehmet dike. Tevî hemû derfetên kêm em bi awayekî bi biryar têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne."
 
'Em ê rojekê vegerin Efrînê'
 
Rehîme Mistefa Horo wiha got:"Bi zorê me ji ser axa me koçber kirin. Efrîn a Efrîniyan e. Bila Erdogan nebêje ku qey ew ê Efrînê ji wan re bimîne. Em hêviya xwe winda nakin û em di wê baweriyê de ne ku em ê rojekê dîsa vegerin Efrînê." 
 
'Em wekî jinên Efrînê her dem li ser piyan e'
 
Jina bi navê Asiye Mustefa Cafo ya li Navçeya Şerayê jî wiha got:"Em wekî jinên Efrînê her dem li ser piyan e. Em li ser esasên felsefeya Rêber Apo berxwedana xwe didomînin. Em dibêjin ku tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin û divê demildest bi dawî bibe."