Ji Cemiyeta Tealî heta Rosa: Gotina 100 salan a jinên Kurd
- 09:08 15 Çile 2019
- Rojane
Safiye Alagaş
STENBOL - Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd di 1919’an de li Stenbolê ji aliyê jinên kurd ve hat avakirin. Cemiyeta ku gelek şaxên wê hebûn ewil ji bo zarokan bername pêk anîn. Ji wê rojê heta niha jinên Kurd têkoşîn berdewam kirin û 100 sal şûnde Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Faaliyeta yekem a Rosayê ji bo zaroka nexweşa losemî Oyku Arîn destpêkirina kampanya bexşkirina xwînê bû.
Cemiyeta Tealî a Jinên Kurd di 1919’an de hat avakirin û her wiha têkoşîna jinên Kurd heta 1970’ê bi Komeleya Jinên Demokrat a Şoreşger berdewam kir. Îro jî li her çar alî cîhanê bi sazbûnên cuda didomin.
Pergala hevserokatiyê hat pêş xistin
Jinên Kurd bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê rûpelek nû vekirin. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn ji bo avabûna jiyana demoratîk ji têkoşînê re pêşengî kir û her wiha pergala hevserokatiyê pêş xistin.
Kota jinê pêk anîn
Di encama têkoşîna jinên Kurd de yekem car di 2002’an de kota jinê pêk hat û di 2005’an de bi DTP’ê re ji sedî 40 kota pêk hat.
Ji DOHK’ê heta TJA’yê
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di 2005’an de hat avakirin û DOKH’ê li hember hemû zext, astengî û zehmetiyan xebat meşand.
DOKH ya bi salan xebat meşand bi biryara ku girtin di 2015’an de di bin sîwana Kongreya Jinên Azad (KJA) xebat meşandin. Piştî KJA bi KHK’ê hat girtin jinên Kurd bi Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe meşand.
100 sal şûnde Komeleya Jinan a Rosa
Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd di dema împaratoriya Osmanî de di 1919’an de li Stenbolê hat avakirin. 100 sal şûnde di 29’ê Kanûna 2018’an de jî Komeleya Jinan a Rosa hat avakirin. Yekem xebata Rosa jî wek a Cemiyeta Tealî derbarê zarokan de bû. Li gorî rêziknameya cemiyeta Tealî navenda wê li Stenbolê wek cihê civînê yanî ‘mahfîl’ hatiye avakirin.
Hemû faaliyetên wê ne siyasî ne
Cemiyetê faaliyeta xwe ya yekem di 19’ê îlona 1919’an de pêk aniye. Di 19’ê îlona 1919’an de li Nexweşxaneya Şîşlî Eftalê gelek zarokên Kurd bêyî pere sunet kirin.Ev xebata herî girîng a cemiyetê bû.
Komeleya Jinan a Rosa jî yekem xebata xwe ji bo zarokan kir. Komeleyê ji bo zaroka bi navê Oyku Arîn Yazici ku nexweşa losemiyê ye kampanya bexşkirina xwînê da destpêkirin.