Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza Leyla bê qebûlkirin

  • 09:04 15 Çile 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê yên navçeya Qosera Mêrdînê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û bi lêv kirin ku bi giran kirina tecrîdê şer girantir dibe û gotin ku dema serok bê azadhiştin wê wê şer bidawî bibe.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 69'emîn de berdewam dike û piştevaniya bi çalakiya leylayê jî hem li derve û hem li girtîgehan hem jî li derve zêde dibe.  Dayikên Aştiyê yên navçeya Qosera Mêrdînê jî derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de axivîn, anîn ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leylayê gotin ku rakirina tecrîdê û azad hişitna Abdullah Ocalan wê dawî li şer bîne.
 
‘Divê em xwedî li mafê xwe derkevin’
 
Dayika Aştiyên Fatma Ulug, anî ziman ku roj bi roj tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin girantir dibe li gel tecrîdê şer jî mezin dibe û wiha got: “Em ji bo ku şer bê sekinandin têdikoşin û ji aliyekî ve jî ji bo tecrîda li ser Serok bê rakirin têkoşînê didin. Em êdî ji vî şer westiyan. Erdogan ê ku hemû mafên kurdan binpêk dike, li Îmraliyê jî tecrîdê giran dike. Em Serokê xwe dixwazin. Çawa ku serokê wan hene yê me jî heye. Çi cudahiya wan ji  me heye? Em mafê xwe li gel wan nehelin û em ê mafê xwe bigirin. Em li dijî êrîşan serî natewînin. Em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Em îro ji bo maf û doza axa xwe têdikoşin. Em ê axa xwe ji dest wan bigirin û tecrîda li ser Serok bişkînin. Heta ku tecrîda li ser Serok ranebe dê tu carî ev şer jî bi dawî nebe.”
 
'Çalakiya Leyla daye destpêkirin watedar e'
 
Fatma, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven daye destpêkirin û ev tişt got: “Îro Leyla ya ku çalakî daye destpêkirin, ji bo mafê xwe yê kesane nedaye destpêkirin. Wê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî daye destpêkirin. Çalakiya ku Leyla daye destpêkirin çalakiyek gellek girîng û watedar e. Divê em jin û hemû Gelê Kurd xwedî çalakiya Leyla Guven derbikevin û bibin denge wê." 
 
'Çareserî li Îmraliyê ye'
 
Dayika Aştiyê Emîne Akansel jî di serî de tecrîda  li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku dewlet dixwaze vîna Abdullah Ocalan di girtîgehê de bişkîne û wiha berdewam kir: “Îktîdar dixwaze ku tecrîda li ser Serok girantir bibe û bi girankirina tecrîdê hem vîna Serok û hem jî vîna gel bişkîne. Serok ev 20 sal in di girtîgehê de ye û ji wê rojê heta niha tu carî vîna wî nehatiye şikandin. Em bi Serokê xwe bawer in û wê îktîdar tu carî negihêje aramanca xwe. Her wiha ger îro tecrîda li ser Serok nehata girankirin dê şer zêdetir nebûya. Ji ber ku bi girankirina tecrîdê şer mezintir dibe. Ji bo çareserkirin şer divê tecrîd bê bidawîkirin. Heta ku Serokê me ji girtîgehê derneyê dê tu carî ev gel ne azadî û ne jî aşitiyê bibîne. Çareserî li Girtîgeha Îmraliyê ye.”
 
'Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven'
 
Dayika Aştiyê Sabah Kuday jî bi lêv kir ku bi girankirina tecrîdê li Tirkiyeyê rewş her ku diçe xirap dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 20 sal in li ser Serok tecrîdeke giran tê meşandin. Di vê Gelê Kurd yeiktiya xwe ava bike û li dijî her cureyê tecîrîdê têkoşîna xwe mezin bike. Ger ku Gelê Kurd yekitya xwe ava bike wê ji bo xwe çareseriyekê jî peyda bike.  Di pêşengiya Leyla Guven de îro  li gellek girtîgehan ji bo tecrîd bê rakirin greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger hatiye destpêkirin. Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla guven ku di roja 69'an de berdewam dike. Bila demildest daxwazên wê bên qebûlkirin û tecrîd bê rakirin"