'Ji bo parastina Minbicê çi ji destên me bê em ê bikin'
- 09:03 15 Çile 2019
- Rojane
Sîvîliya El-Ibrahîm
MINBIC - Jina têkoşer a ji Minbicê Letîfa Mihemed derbarê gefên dewleta tirk de da zanîn ku ew ê axa xwe heta dawî biparêzin û got:"Ji bo parastina Minbicê çi ji destên me bê em ê bikin. Dê xeyalên faşîstan ên ji bo dagirkirina Efrînê bi cih neyê."
Gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didome. Têkildarî êrîşan de jina têkoşer a ji Minbicê û bi navê Letîfa Mihemed axivî û got:"Em wekî gelê Minbicê têkoşîna ji bo demokrasî û wekheviyê didin. Li dijî gef û zilma dewleta tirk em ê heta dawî xwe biparêzin."
'Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin'
Letîfayê da zanîn ku berî Minbic bê rizgarkirin gel zehmetiyek gelek mezin dîtiye û wiha got:"Ez, bav û birayê xwe em hemû têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bi hev re didin. Ez gelek bextewar im ku parçeyek ji berxwedanê me. Parastina axa xwe ya li dijî dagirkeran ji bo me rûmet e. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin."
'Ji bo parastina Minbicê çi ji destên me bê em ê bikin'
Letîfayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez dixwazim hemû jinên ku di destên çeteyan de ye bê rizgarkirin. Em ji bo vê yekê xebat û têkoşîna xwe didomînin. Ji bo parastina Minbicê çi ji destên me bê em ê bikin. Dê xeyalên faşîstan ên ji bo dagirkirina Efrînê bi cih neyê. Em wekî gelê Minbicê têkoşîna ji bo demokrasî û wekheviyê didin. Li dijî gef û zilma dewleta tirk em ê heta dawî xwe biparêzin."