Zarokên Efrînê bi keda destên xwe afirîneriya xwe pêşkes dikin
- 09:02 15 Çile 2019
- Rojane
Tolîn Mihmed
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bi hêviyek mezin dev ji têkoşîna xwe bernadin û bi keda destên xwe afirîneriya xwe pêşkes dikin. Zarokên afirîner dibêjin:"Em xeyal dikin û diafirînin. Dema ku em tiştekî nû diafirînin em gelek bextewar dibin."
Zarokên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Şehbayê bi cih bûn tevî derfetên kêm ji karton, kevir, hesin û darikan behreyên destan diafirînin û afirîneriya xwe pêşkeş dikin. Zarokên Efrînê derbarê berhemên ku bi keda destên xwe diafirînin wiha dibêjin:"Em ji rûniştinê hez nakin. Em her dixwazin tiştên nû çê bikin. Dema ku em tiştên nû ava dikin hem em hem jî malbata me bextewar dibin."
'Mala min a Efrînê tê bîra min'
Zaroka bi navê Meryem Hemo diyar kir ku ew her dem tiştên nû bi destên xwe çê dikin û wiha got:"Axa me ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin lê me hêviya xwe winda nekir. Niha em bi karên destan mijûl dibin û bextewar dibin. Min ji xwe re malek bi kartonan çê kir. Dema ku ez li mala bi kartonan min çê kiriye dinêrim mala me ya Efrînê tê bîra min. Ez gelekî bêriya mala xwe ya li Efrînê dikim. Ez hêvî dikim ku dîsa vegerim Efrînê."
'Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê'
Nebû Erebo da zanîn ku ew gelek bêriya Efrînê dike û wiha got:"Em di kampan de gelek zehmetiyan dikşînin. Ez konê ku em tê de ne bi destên xwe çê dikim. Ez dema ku vî konî çê dikim Efrîn tê bîra min. Min hêviya xwe qet winda nekir. Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê."
'Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin'
Tahir Mustefa yê 14 salî jî wiha dibêje:"Ez bi destan tabûra şervanên azadiyê çê dikim. Çimkî yên ku me diparêzin YPJ û YPG ye. Dewleta tirk jî zilmê li me dike. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ji rûniştinê hez nakin. Em her dixwazin tiştên nû çê bikin. Dema ku em tiştên nû ava dikin hem em hem jî malbata me bextewar dibin."