Jinên Reqayê: Em ji gefên Erdogan natirsin

  • 09:01 15 Çile 2019
  • Rojane
Cûd El - Rebah
 
REQA - Jinên ji Gundê Xatûniyeyê yê Reqayê bertek nîşanî gefên Erdogan ên ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dan û wiha gotin:"Em ji gefên Erdogan natirsin. Em ê heta dawî xwe û axa xwe li dijî dewleta tirk biparêzin. Li dewleta tirk demokrasî, wekhevî û azadî tune ye. Dixwazin vê yekê li Reqayê jî bixin meriyetê. Lê em ê destûrê nedin vê yekê."
 
Gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Jinên Reqayê jî li dijî gefan peyama yekîtiyê û têkoşînê dan û gotin:"Tu hêz dê nikaribe yekîtiya me têk bibe. Em ê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gef û gotinên Erdogan bisekinin û nêhêlin ku axa me dagir bike."
 
'Em ê ji bo hebûna xwe her di nava têkoşînek mezin de bin'
 
Endama Mala Jinê Ibtîhal Omerî wiha got:"Em wekî jinên Xatûniyê gef û êrîşên Erdogan şermezar dikin. Em nahêlin ku careke din Erdogan komkujiyê pêk bîne. Ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em nadin tu kesekî. Em ji hêz û îradeya xwe bawer in. Dê dewleta tirk nikaribe hêz û îradeya me têk bibe. Axa me hebûna me ye. Em ê ji bo hebûna xwe her di nava têkoşînek mezin de bin."
 
'Em ê her ala têkoşîn û berxwedanê li ba bikin'
 
Endama Rêveberiya Jinê ya Gundê Xatûniyeyê Fûza El-Hico wiha got:"Gelê Reqayê ji ber DAÎŞ'ê gelek îşkence û zilim dîtin. Niha dewleta tirk a ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê dixwaze dîsa gelên li Reqayê bên çewisandin. Lê em destûrê nadin vê yekê û em ê her li dijî kesên ku dixwazin koletiyê li ser me ferz bikin em ê têbikoşin. Em ê her ala têkoşîn û berxwedanê li ba bikin. Em ji gefên Erdogan natirsin. Em ê heta dawî xwe û axa xwe li dijî dewleta tirk biparêzin. Li dewleta tirk demokrasî, wekhevî û azadî tune ye. Dixwazin vê yekê li Reqayê jî bixin meriyetê. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Tu hêz dê nikaribe yekîtiya me têk bibe. Em ê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gef û gotinên Erdogan bisekinin û nêhêlin ku axa me dagir bike."