ROJEVA 15'Ê ÇILEYÊ 2019'AN
- 09:00 15 Çile 2019
- Rojev
*Jinên ji Gundê Xatûniyeyê yê Reqayê bertek nîşanî gefên Erdogan ên ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dan û wiha gotin:"Em ji gefên Erdogan natirsin. Em ê heta dawî xwe û axa xwe li dijî dewleta tirk biparêzin. Li dewleta tirk demokrasî, wekhevî û azadî tune ye. Dixwazin vê yekê li Reqayê jî bixin meriyetê. Lê em ê destûrê nedin vê yekê." DÎMEN HEYE
*Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bi hêviyek mezin dev ji têkoşîna xwe bernadin û
bi keda destên xwe afirîneriya xwe pêşkes dikin. Zarokên afirîner dibêjin:"Em xeyal dikin û diafirînin. Dema ku em tiştekî nû diafirînin em gelek bextewar dibin."DÎMEN HEYE
*Jina têkoşer a ji Minbicê Letîfa Mihemed derbarê gefên dewleta tirk de da zanîn ku ew ê axa xwe heta dawî biparêzin û got:"Ji bo parastina Minbicê çi ji destên me bê em ê bikin. Dê xeyalên faşîstan ên ji bo dagirkirina Efrînê bi cih neyê."DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê yên navçeya Qosera Mêrdînê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û bi lêv kirin ku bi giran kirina tecrîdê şer girantir dibe û gotin ku dema serok bê azadhiştin wê wê şer bidawî bibe. DÎMEN HEYE
*Li hember qursên zimanê Kurdî yên DÎSA-DER’ê eleqeyek mezin tê nîşandan û ji bo zarokan jî qurs hatin destpêkirin. Hevseroka DÎSA-DER’ê Evîn Adîn diyar kir ku li dijî asîmîlasyonê peywirek mezin dikeve ser milê jinan û bi lêv kir ku divê jin zimanê xwe biaxivin û fêrî zarokan bikin.DÎMEN HEYE
*Ferîde Yaman a bû namzeta Qilabanê berê neçar mabûn koç bikin vegeryan ser axa xwe. Ferîdeyê wiha got: “Gel li bende çûyîna qeyûme. Dema ew roj bê wê şaredarî bikeve destê xwediyên xwe.”DÎMEN HEYE
*Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd di 1919’an de li Stenbolê ji aliyê jinên kurd ve hat avakirin. Cemiyeta ku gelek şaxên wê hebûn ewil ji bo zarokan bername pêk anîn. Ji wê rojê heta niha jinên Kurd têkoşîn berdewam kirin û 100 sal şûnde Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Faaliyeta yekem a Rosayê ji bo zaroka nexweşa losemî Oyku Arîn destpêkirina kampanya bexşkirina xwînê bû.
*Li bajaroka Çarikli a Sûrê ya Amedê mêrên bi navê Fîkret E û Turan E. ji malbata xwe zaroka bi navê D.T îstîsmar kirin û her du kes tevî ku ji sûcê îstîsmarê dihatin darizandin jî hatin berdan. Her wiha dadgehê îfadeyên zarokê esas negirtin û zaroka li wargeha girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî, Malbatî û Xebatê hat bicihkirin, ji wir hat girtin û dan malbatê.
*Hevseroka Giştî ya dema berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku divê êdî her kes bi rastiya tecrîdê re bê rû hev û divê hêzên serdest tecrîdê baş bixwînin û got: “Nakokiyên tund veguherî şerê îradeyê.
Vegerîna ji vê pêvajoyê heye lê veguhertina wê tune ye. Çareseriya vî karî jî tune ye. Ji ber vê divê pêngav bên avêtin.”
*Li bajarokê Findikli yê Basanê, derket holê ku hinek navnîşanên di lîsteyên hilbijêran yên hatine daliqandin de xaniyên vala yên wek axûr tên bikaranîne. Nelêrêtiya hatiye jiyîn birin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê û hat îdiakirin ku hinek qeydên hilbijêran hatine jêbirin.DÎMEN HEYE