Derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de komcivîn hat kirin

  • 18:19 14 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -Bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşerojê komcivînek derbarê rewşa siyasî ya dawî ya Rojhilat û Bakûrê sûriyê de hat lidarxistin. 
 
Bi dirûşma "Em bigihîn hev ku em pêş bikevin" di pêşengiya  Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê de  komcivîne  derbarê rewşa siyasî ya ku li Rojhilat û Bakûrê Sûriyê diqewime hate nîqaşkirin. Di komcivîna hat lidarxistin de bi sedan Rewşenbîrên Herêma Cizîrê yên girêdayî rêveberiya xweser û rewşenbîrên serbixwe amade bûn. Komcivîn, li hola Zana ya taxa Kornîş hat lidarxistin. 
 
Di komcivîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên şoreşê hat lidarxistin de, ji aliyê Şemis Enter Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ve hatin meşandin.