Leyla Guven peyam şand: Ez ê serîhildana greva birçîbûnê bidomînim
- 17:37 14 Çile 2019
- Rojane
AMED - Leyla Guven diyar kir ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ket roja 68'an bidomîne û got:"Bila kes nebêje qey tenê ji bo vê hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hat kirin em ê dev ji greva birçîbûnê berdin. Ev têrê nake. Ev nayê vê wateyê ku tecrîda giran rabûye. Daxwazên me rewa ne."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 68 roj in di greva birçîbûnê de û rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e.
Leylayê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û bi rêya ajansa me peyama xwe ragihand û wiha got:
"Di destpêkê de ez dixwazim derbarê tenduristiya xwe de we agahdar bikim. Kontrolên min ên rojane yên tenduristiyê tên kirin. Di 20 rojên dawî de tansiyonê min dikeve. Ev rewş dibe sedem ku xewa min bê. Min dora 9-10 kîlo daye. Ez di warê meşê de zehmetiyan dikişînim. Êşa serê min zêde bûye. Madê min li hev dikeve, agirê canê min zêde dibe, li dijî ronahî, deng û bêhnê hesasiyeta min zêde dibe. Ez êdî dema ku avê vedixwim ez gelek zehmetiyê dikişînim. Niha dikarim vana ragihînim.
'Dê serîhildanan min AKP'ê zêdetir bitirsîne'
Li gelek girtîgehan piştgiriya ji bo çalakiyên grevê her ku diçe zêde dibe. Xwedî derketina gelê me ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê morelekî mezin dide me. Tifaqa faşîşt a AKP-MHP'ê ji bo vê serîhildana me vala derxe her êrîşê pêk tîne. AKP ya çavsor çalakiyek biçûk a gelê Amedê asteng dike. Îradeya gel parlamenteran derb dikin û bi vê yekê dixwazin peyamek wiha bidin:"Heger hûn serîhildana xwe bidomînin em ê li we hîn zêde wiha bikin." dide. AKP Rojnameya Yeni Yaşamê bi hinceta grevên birçîbûnê nade zindanan. Ev tê vê wateyê ku nûçeyên çalakiya greva birçîbûnê zorê dide AKP'ê. Serîhildana me AKP'ê bêtir ditirsîne."
'Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye'
Li gor agahiyên ku min ji parêzerên xwe girt birayê Birêz Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin pêk aniye. Lê ev nayê vê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye.Bila kes hêvî neke ku em ji ber vê hevdîtinê dev ji grevê berdin. Ev tecrîda ku dibe sedema sûcê mirovatiyê divê bi dawî bibe. Dema em li dîrokê dinêrin gelek mînak hene. Ew bi hemû derfetên dewletê bi ser me de tên. Lê têkoşîna me ya li dijî vê rewşê didome. Em bi serîhildanê bi ser ketin û em ê vê serkeftinê bidomînin."