Rêxistinên Saziyên sivîl yên Wanê derbarê grevê de bang li hikûmetê kirin
- 17:35 14 Çile 2019
- Rojane
WAN - Rêxistinên Civakî û Sivîl yên Wanê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guvcen û girtiyên di greva birçîbûnê de, bang li hikûmetê kirin û xwestin bêyî geşedanên neyînî pêş bikevin daxwazên çalakgeran pêk bînin û gavên çareseriyê bavêjn.
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven a bê dawî û bêdorveger di roja 68'an de berdewam dike. Çalakiyên 226 girtiyên siyasî yên li nêzî 40 girtîgehan yên bê navber û bêdawî berdewam dikin. Çalakiyên li Ewropa û Hewlerê jî berdewam dikin. Rêxistinên Demokratîk û Sivîl yên li Wanê bi armanca daxwaza Guven û girtiyên din pêk bê li Wanê daxuyanî dan. Nûnerên KESK, DİSK, TMMOB û rêxistinên din ên demokratîk TUAY-DER, DÎSA-DER, ÎHD, DBP, HDP, EMEP û TTB daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinên demokratîk li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê daxuyanî dan. Berdevka Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê û Serokê Şaxa Yapı-Yol Senê yê Wanê Îbrahim Çelik, diyar kir ku li gel Leyla Guven wekî wekîl hatiye hilbijartin jî dîsa girtî ye û wiha got: "Birêz Leyla li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan ku li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de ye, di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Piştî wê bi sedan girtiyên din li dehan girtîgehên din di demên cuda de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Piştî çalakiya girtîgehan Mehmet Ocalan di 12'ê Çile de li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd ji holê rabûye. Ji ber tecrîd ranebûye çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike.
Li gel Abdullah Ocalan 3 girtiyên din ên siyasî li dijî zagon û hiqûqê tên tecrîdkirin. Bi tu awayî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Ev yek aşkere li dijî zagona hêjmar 5275'an e. Em bang li hikûmetê û wezareta Dadê dikin ku demek berî demekê dest ji van pêkanînên dijzagonî û dijhiqûqî berde. Di çalikya greva birçîbûnê ya serdema Cundaya 12'ê îlona 1984'an de gotin 'Bi dizî xwarin dixwin, 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1996'an de Şevket Kazan got 'Xwarin veşartine bi dizî dixwin' 12 girtiyan ji yana xwe ji dest dan. Di sala 2001'an de Saadettin Tantan, got 'Hemû bi dizî dixwin. Tev saxlem in' 122 girtiyan ji yana xwe ji dest dan. Em hemû rewşan dizanin."
'Divê bi lez gav bên avêtin'
Îbrahîm, bal kişand ser peymanên Protokola Stenbol, Tokyo û Malta û wiha bi dawî kir: "Berê jî şaş nêzîk bûn. Ji ber nêzîkatiya şaş di bedena girtiyan de nexweşiyên giran çêbûn.
Îbrahîm daxwazên saziyan wiha rêz kir:
"* Divê bi lez pêdiviya girtiyan Tiamin (B1-vitamini), xwê, şekir bi rêk û pêk bidin girtiyan.
* Ger ku çalakî bi dawi bibe jî divê li gorî hemû pêdiviyan amadekarî bên kirin û kêmasî û pirsgirêk neyên jîyîn.
* Divê parazvanên mafên mirovan û yekîneyên tenduristiyê karibin çalakgerên di grevê de ziyaret bikin.
* Divê mafê çalakgeran bê parastin û nêzîkatiyên ku rûmeta girtiyan binpê dikin pêş nekevin. Divê rûmet, jiyan û mafê mirovan ên van girtiyan bê parastin.
Divê îktîdar bi lez gavan bavêje û daxwazên girtiyan pêk bînin. "