Bi hezaran kesî li Şehbayê meşa serîhildanê li dar xistin
- 16:20 14 Çile 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma 'Efrîn dîsa jî Efrîn' bi malbatên şehîdan û bi hezaran kes derketin qadan û bi munasebeta nêzikbûyina êrîşên li ser Efrînê, dirûşmên serîhildanê berz kirin.
Bi dirûşma 'Efrîn dîsa jî Efrîn' bi malbatên şehîdan û bi hezaran kes li Gundê Til Qirah ê Kantona Şehbayê derketin qadan û bi munasebeta nêzikbûyina êrîşên li ser Efrînê, dirûşmên serîhildanê berz kirin. Meşê ji Dibistana Gundê Til Qirehê dest pê kir û li Qada Meclîsa Malbatên Şehîsan wergeriya mîtîngê. Pankarta 'Dê dagirkerî bi hêza jinê hilweşe' hat hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş, li ser navê Rêveberiya Efrînê Şîraz Hemo, li ser navê Rêveberiya Giştî jî Merwan Mihemed axivîn. Di axaftinan de têkoşîna Leyla Guven hat silavkirin û peyama berdewamiya li dijî pergalên faşîst û dagirker, hat dayin.
Meş bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.